Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin
- Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!
Rêhevalê me Şahîn Amed, di roja 11ê Tîrmehê de di encama nexweşiya dil de li bajarê Hesekê şehîd ket.
Hevrê Şahîn, ji roja destpêka şoreşa Rojava heta kêliya dawî bi ked û fedakariya xwe dihat nasîn. Di şerê berxwedanê ya ku em li dijî dagirkeriyê dimeşînin, di asta fermandarî de erk girt û beşdarî hemû pêngavan bû. Hevrê Şahîn, erk û berpirsiyariyên xwe bi baweriyeke mezin bi cîh anî.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Şahin Amed
Nav û Paşnav: Mehmet Balcık
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Nuri
Dîroka Ji dayikbûnê: 1978
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 11 Tîrmeh 2020
Em di şexsê hevrê Şahîn de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
