Em hevalê xwe Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) di sala 5’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin
- Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê | 26.09.2022 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re
Têkoşîna azadiya Kurd îro bi bedelên giran gihiştiye karaktereke gerdûnî. Helbet her însanê ku me wekî bedel daye di dil û mêjiyê me de cih girtin. Şehîd Fîraz Dag jî yek ji wan hevalên me yê ku navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de nivîsandiye û em tu carî ji bîr nekin. Ger îro têkoşîna me qaraqterekî gerdûnî bi dest xistibe, bêguman ev yek bi saya keda Şehîd Fîraz û bi hezaran şehîdên me ye. Lewma felsefeya me ya bingehîn a jiyanê ye ku em her tim şehîdên xwe bibîr bînin û bi bîranînên wan re bijîn. Şehîd Fîraz Dag jî weke şervanekî heqîqeteye ku têkoşîna wî di mêjiyê me de cihê xwe girtiye û divê ji nifşên pêşerojê re were gotin.
Şehîd Fîraz Dag ji bo her kesên ku têkoşîna azadiyê dide meşandin re bû mînak. Ew li erdnîgariyeke ku bi qirkirin û asîmîlasyonê re rû bi rû mabû, çavên xwe li cîhanê vekiribû. Di 24’ê Sibata 1985’an de li bajarê Elbîstan ya bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê di malbateke Kurd-Elewî de ji dayîk bûye. Di wê erdnîgariyê Kurd-Elewiyan di dîrokê de her tim bi zilma dewletê re rû bi rû mane. Mereş yek ji bajarên Kurdistanê ye ku dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên qirkirin û qetlîamê lê dimeşîne. Ji ber vê yekê her Kurdê ku li vê erdnîgariyê dijî, komkujiyê di dilê xwe de hîs dike û rastiya dijmin baş dizane.
Şehîd Fîraz di derdoreke wiha de qaraqter digire. Dema ku Fîraz hîn zarok bû, malbata wî koçî Ewropayê kir. Ew li Îngilîstanê jiyana xwe berdewam dike. Her çiqas ciwan be jî rastiya dijmin her tim cihê xwe di mêjiyê wî de diparêze. Derdora ku tê de mezin bûye hiştiye ku ew her tim bi civak û rabirdûya xwe ve girêdayî bimîne. Her çiqas li navenda kapîtalîzmê Îngilîstanê mezin bibe jî, ji bîr nedikir ku ji ku derê hatiye. Ew tu carî ji rastiya xwe dernakeve. Ew bi kûrahî hîskirina rastiya welatparêziyê dijî. Ew ê li hember şerê li Kurdistanê bêxem nemîne. Ji ber ku di salên ciwantiya xwe de bi awayekî aktîf beşdarî siyasetê dibe. Di xebatên Ewropa yên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de cih digire. Bi salên xwe yên ciwantiyê re qaraqterekî şoreşgerî bi dest dixe. Ji gelek çalakîyan re pêşengtî dike.
Şehîd Fîraz şoreşgerekî piralî ye. Ji ber ku li zanîngeha Londrayê beşa sînema xwendibû, eleqeya wî bi hunerê re jî hebû. Dixwest hem di edebiyatê de hem jî di sînemayê de doza azadiya gelê Kurd vebêje. Li ser vê bingehê gelek xebat kiribû. Bi sînemayê bû dengê gelê xwe. Her wiha xwest têkoşîna xwe ya bi sînemayê re ji cîhanê re vebêje. Ji bilî sînemayê bi wergera pirtûk û çîrokên xwe bû zimanê gelê Kurd.
Piştî sala 2010’an şoreşa Rojava Gêkoşîna Azadiya Gelê Kurd bi Şoreşa Rojava ve derbasî qonaxeke nû bû. Hêzên qirker yên bi pêşengiya Komara Tirkiyeyê ku dixwestin pêşî li pêşketina pêvajoya şoreşê bigirin, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Rojava kirin. Berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya ku bi Kobanê destpê kir, bandorek mezin li hemû cîhanê kir. Mirovahî bû şahidê berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê. Di erdnîgariya me de dîrok ji nû ve dihat nivîsandin. Li ser wê erdnîgariyê ne zulm, berxwedana kesên ku azadî û demokrasiyê dixwazin, bi serket. Têkoşîna hevpar a gelên Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî, Sûryanî û Tirkmen li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi serket.
Dewleta Tirk a dagirker ku nikaribû têkoşîna hevpar a gelan qebul bike, êrîşên xwe yên li ser Rojava zêdetir kir. Di roja 25’ê Nîsana 2017’an de li ser Qereçoxê jî êrişek lidar xistin. Li hemberî vê êrîşa qirêj, Şehîd Fîraz bêhelwest nema û piştî çend mehan hat Rojava û xwedî li mîrateya hevalên me yên li vir şehîd bûbûn, derket. Êdî Fîraz wê bibûya dengê şoreşa Rojava. Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de wê weke rojnamevanekî aktîf cih bigirta. Dê bi kameraya xwe di dest de biçûya eniyên herî germ ên şer. Wê hewl bida şer û berxwedana li vir ji hemû cîhanê re vebêje. Êdî cîhan vê şerê li vir diqewime bi kameraya Fîraz bidîta. Berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê wê bi riya Fîraz ji cîhanê re bihatana vegotin.
Şehîd Fîraz li Rojava dawî li hesreta xwe ya ji bo welat anî. Di navberê dê sînor hebûn lê ew pir serbilind bû ku cardin hatibû axên ku lê jidayikbûye. Aliyê din yê sînorê axên ku ew hatibû dinyayê bûn. Ji bo wê bi coşeke mezin têkoşîna vir hembêz kir. Her kesê ku wî bi kameraya xwe şahidî jêre kir, çîroka wan wekî ku çîroka xwe ye jiya. Herkesê ku di nav şer de bûn hîs dikir. Wî di dilê her kesê ku nas dikir de cih girt.
Dema ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê gelek bajar ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, Şehîd Fîraz bi kameraya xwe ya di destê xwe de tevlî berxwedanê bû. Di tu şerekî de dudiliyeke wî ya herî biçûk çênebû. Her wiha beşdarî hemleya Reqa ya paytexta DAIŞ’ê bû û wê berxwedanê bi kameraya xwe belge kir. Çete her ku winda dikirin bi awayekî hîn hovane êrîş dikirin. Şer çiqasî dijwar bû jî Şehîd Fîraz kêliyekê jî paşve gav neavêt. Dixwest ku xwe bigihîne her cihê ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê lê şer dikin. Di 26’ê Îlona 2017’an de dema şer giran bû şehîd Fîraz di encama êrîşa çeteyan de şehîd bû.
Şehîd Fîraz Dag heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya. Xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad a ku bi Gurbetelî Ersoz û Xelîl Dag dest pê kiribû, derket. Li ser şopa Rêwan, Şîlan, Heqî, Xerîb û hemû şehîdên me yên di şoreşa Rojava de şehîd bûbûn, meşiya. Weke Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê em careke din di şexsê şehîd Fîraz de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku heta em berxwedana gelê xwe, mîrateya ku şehîdên me ji me re dane bigihînin serkeftinê em ê têbikoşin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê | 26.09.2022

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022
