Em hevalê xwe Şerzan yê Berxwedana Serdemê de gihîşt şehadetê bibîr tînin
- 10 Sibat 2019 | Şehîd
Ji çapemenî û raya giştî re!
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 20’ê Çileya 2018’an de li ser Efrînê êrîşên dagirkeriyê dabûn destpêkirin û li dijî van êrîşan şer û berxwedaneke bê hempa hat meşandin. Bi taybet ji roja destpêkê heya 18’ê Adarê li dijî êrîşên dijminên dagirker şervanên me di tevahî eniyên şer de berxwedanên bi heybet raber kirin. Artêşa Tirk a dagirker ya ku nekarîbû li hember berxwedana şervanên me xwe bigire, di serî de bi balafirên şer û her cûre çekên pêşketî bikar anîye. Yek ji wan êrîşên artêşa Tirk ya ku 4’ê Adarê li ser navçeya Racoyê bi balafirên şer êrîş kiriye ye. Di encama vê êrîşa hewayî de hevalê me Şerzan Botan gihîştiye şehadetê. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Şerzan Botan
Nav û Paşnav: Mehmet Kazici
Navê Dayikê: Kamîle
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 4’ê Adarê 2018
Em di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re dixwazin. Em soza domandina têkoşînê ya li ser xeta şehîdên nemir, heya em azadiya gelê xwe pêk tînin, dubare dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10’ê Sibatê 2019

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
