Em her çar şehîdên me yên leheng bibîr tînin

  • 6 Adar 2018 | Şehîd

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de operasyonên pajijkirina çeteyên DAIŞ’ê yê deverên Dêrezorê bênavber berdewam dike. Di roja 28’ê Sibatê de şer û pevçûnên ku di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de derketibû 3 rêhevalên me li hember çeteyan bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

 

Her wiha rêhevalekî me sala 2013’an li Tirbesipiyê li dijî çeteyên El Nusra şer kiribû û şehîd ketibû aşkere dikin. Ji ber derengbûna şehadeta rêhevalê me serî de malbata şehîd û gelê me re lêborînê dixwazin.

 

Her sê rêhevalên me Goran, Welîd û Zagros ku ji bajarê Şedadê ne û eslê xwe Ereb in, bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrezorê re tevlî nav refên YPG’ê bûne. Bi naskirina fikra azad re bi armanca avakirina yekîtiya di navbera gelên herêmê û li hember tarîtiya ku bi salan li ser wan hikum kir serî hildan û berê xwe dan çeperên berxwedanê yê Dêrezorê. Di hêza ku li perwerdeya bîrdozî girtin û xwe ji her şert û mercê re amade kirin, di her kêliya jiyanê de dan nîşandan û bûn sembola yekîtiya gelan.

 

Rêhevalê me Zana ku ji Bakurê Kurdistanê ji bajarê Wanê ye û malbateke welatparêz de mezin bûye. Herêma Serhedê a ku çand û feraseta Kurdayetiyê hertim parastiye û di dîroka xwe de hertim bûye qada berxwedanê rêheval Zana li vê herêmê bi vî çandî mezin bûye û pêçandiye. Dema ku çeteyên Cebhet El Nusra bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker sala 2013’an êrişê xaka Rojava kir, li ser esasê welatparêziyê berê xwe da qada berxwedanê a şoreşa mirovahiyê a Rojava. Rêheval Zana ji bo parastina nirxên şoreşê bi ked û fedekariya xwe li hember dijminên mirovahiyê şer kir û tevlî karwanên nemiran bû.

 

Em her çar şehîd me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê me re dixwazin. Em soz didin ku tekoşîna wan a li hember dagirkeriyê dane ber bi serkeftinê bibin heya dawiyê têbikoşin.  

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Goran Şedadê

Nav û Paşnav: Leys El Îsa

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

 

 

Nasnav: Welîd Şedadê

Nav û Paşnav: Mihemed El Îsa

Navê Dayikê: Cahra

Navê Bav: Hemîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

 

 

Nasnav: Zagros Şedadê

Nav û Paşnav: Hisên El Rîme

Navê Dayikê: Henûf

Navê Bav: Mexlef

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

 

 

Nasnav: Zana Wan

Nav û Paşnav: Zafer Agcakaya

Navê Dayikê: Narinc

Navê Bav: Hudeyda

Cihê Ji Dayikbûnê: Wan

Cih û Dîroka Şehadetê: Tirbesipiyê / 19 Cotmeh 2013

 

Navenda Ragihandina YPG | 6 Adar 2018