Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
- Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022 | Daxuyanî

Ji çapemenî û rayagiştî re
Gelê Kurd ku bi sedsalan e hebûna wê tê înkarkirin, ji komkujîyan tê derbaskirin, ji çandî ve tê asîmîlekirin, ji cîh û warê xwe tê koçberkirin û sirgûnkirin, di vê sedsala 21ê de ji bo hebûna xwe ya maddî û manewî biparêze li dijî her cûre neheqî û êrîşan ra têdikoşe. Mêrxasên vî gelî ji bo ku gelê Kurd di nav gelên cîhanê de cîh bigrê têkoşînekê bêhempa didin meşandin û azadî jî bê berdêl nayê bidestxistin. Ên ku hedef û armancên wan azadîyê be ked û hewildana wan jî wê mezin be, berdêla ku bidin jî wê mezin be. Li ser vê rêyê me gelek fermandarên xwe weke Xebat Dêrik, Rûbar Qamişlo, Hîwa Sine, Nîmet Amed û gelek şervanên xwe da vê axê. Yek ji wan jî bêguman fermandarê Berxwedana Serdemê a Efrînê rêheval şehîd Karker e. Ev şehadet têkoşîna me qels nekirin, berovajî wê şerê me yê li dijî dagirkerîyê xurttir kirin.
Bêgûman pêkanîna şoreşan bi mirovên xwedî kesayetên mezin ve çêdibe. Hevrêyê me Karker jî xwedî kesayetekî mezin bû; hem fermandar hem milîtan bû. Li her qada jiyan û têkoşînê kedkarekî şoreşê bû. Yek ji kadroyên pêşeng bû ku tevkariya wî di pêşxistina şoreşê de heye. Ji bo xurtkirina şoreşa yekgirtî û xurtkirina têkoşîna dijî mêtingerî û dagirkeriyê, belavbûna şoreşê ya li Kurdistan û cîhanê kedekî mezin da.
Di nav hêzên me de xwedî daneheveke mezin bû. Bi hezaran şervan li ser hîmê berxwedanê perwerde kir. Hevrê Karker ê mîna milîtanekî fedayî yê Apoyî her erka digirt bi biryardarî, zanistî, coşekî mezin, kelecan û tempoyeke xurt bi cih dianî, wê her demê têkoşîna wî ya azadîyê bê jiyîn.
Şehîd Karker fermandarekî pêşeng û serketî bû, berhemdar û afirîner bû. Bi helwesta xwe ya milîtanî ji şervanên di bin fermandariya xwe de bû mînak; ji zor û zehmetîyan ra hertim amade bû. Di demeke ku êrîşên dagirkerîyê zêde bûne de erkên herî dijwar girt ser milê xwe. Bêguman di berxwedana dîrokêi ya Efrînê de heya kêlîya dawîyê her tim li pêş bû, rol û mîsyona xwe pêkanînê de tu carî dudilî jîyan nekir. Em jî wek şopdarên Karkeran, xwedî rol û mîsyona xwe derkevin û di her kêliyên şer û jiyanê de pêk bînin. Ya ku gel ji me pêşengan hêvî dike ev e. Erka ku têkoşîna me ya şerê gel ê şoreşgerî li ser me ferz kiriye ev e.
Bi minasebeta vê rojê, careke din em diyar dikin ku dilsoziya me ya bi şehîdan re wê şêwaza têkoşîna me be, di şexsê fermandar Karker de em hemû şehîdên şoreşê ku em gihandina vê astê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Wê dîrok şahidîya me bike ku emê teqez dagirkerîyê têk bibin û hêvîyên gelê xwe pêk bînin. Em careke din sond dixwin ku bibin layiqî şehîdan û bigihijin serfiraziyê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
