Em di 4. salvegera fermana 74’emîn de herkesê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û berxwedêrên Şingalê bibîr tînin

  • 3 Tebax 2018 | Daxuyanî

 

4 sal berê îro, li hember gelê me yê Êzidî yê li Şingal’ê, komkujiyeke hovane hate pêkanîn. Rêxistina terorê ya DAIŞ, ji ber baweriyên wê êrîşî gelê me yê Êzidî û yek ji komkujiyên herî dermirovî ya ku dîrokê de hatiye dîtin pêk anî. Di êrîşên ku 3’ê Tebaxê de destpê kir de, li hember gelê Êzidî yê ku dev jî baweriya xwe berneda zilmên bêhempa hate kirin.

 

Di nav demeke kurt de li Şingalê nêzî 5 hezar kes yên ku piraniya wan mêr bûn hatin qetilkirin, bi hezaran jin ji alî çeteyan ve hatin dîlgirtin û li bazaran hatin firotin. Gelê Êzidî yê ku rastî komkujiyê hat, di serî de li hin herêmên li Iraq’ê yên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de, li gelek navendên Sûrî yên weke Reqa, Dêrezor û herêmên din li bazaran an weke xulam an jî weke cariye hatin firotin. Êşên ku gelê me yê Êzidî lê rast hat, bi qasî zilma DAIŞ’ê, bi erka xwe pêkneanîna kesên ku ji parastina wan berpirsiyar in ve jî têkildar e. Hikumeta Iraq’ê tu mudaxeleyek nekir û beşek ji Pêşmerge hîn di destpêka êrîşan de bajar terikandin. Gelê Êzidî hewl da di nav vê tenêtiyê de jiyana xwe bidomîne. Yên ku karibûn birevin çiyayê Şingal’ê jî bi heftiyan tî, birçî û di nav lepên nexweşiyan de man. Di nav demeke kurt de bi destwerdana hêzên HPG û YJA-Star DAIŞ hate sekinandin û alîkariya mirovî ji bo çiyayê Şingalê hate gihandin. Bi vekirina korîdorên di navbera Rojava û Çiyayê Şingal’ê yên ji alî yekîneyên me ve, bi hezaran kes ji bo herêmên ewle hatin veguhestin.

 

Ruxmê 4 salên ku ji ser komkujiyê re derbas bû jî di derheqê bi hezaran kesî de hîn jî agahiyek nîne. Birînên ku vê êrîşa hovane, ku gelê Êzidî weke fermana 74’an pênase dikin, hîn jî di dil û mêjiyan de nû ye. Ev êrîş, di şexsê DAIŞ’ê de êrîşa hişmendiya desthilatdar ya li hember piralîbûn – pirçandîbûna demokratîk û azadiya bawerî ya di şexsê gelê me yê Êzidî de ye. Fermana 74’an, weke êrîşeke bêkok hiştinê ya ku di serî de li hember Kurdan, li hember hemû gelên Kurdistanê pêşket, cîhê xwe girt. Qetilkirina bi hezaran û revandin û firotina jinan, bi armanca şikandina îradeya civakê û tunekirina nasnameya xweser ya jinê bû.

 

Ruxmê hemû êrîşên hovane jî gelê me yê Êzidî tu caran dev ji berxwedanê bernedaye, ji çand û ola xwe dûr neketiye û nasnameya xwe parastiye. Ciwanên ku mil dan hêzên berxwedanê û ketin sengeran, di rizgarkirina xaka xwe ya ji dagirkeriyê de rola pêşengtî hilgirtin ser milên xwe, di bin Yekîneyên Berxwedana Şengal’ê de xwe tanzîm kirin û di têkoşîna li hember DAIŞ’ê de cîheke aktîf girtin.

 

Weke Fermandariya Giştî ya YPG em bi boneya salvegera 4’emîn ya komkujiyê, hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr tînin, vê êrîşa dermirovî ya li ser gelê xwe em lenet dikin. Em bejna xwe li hember bîranînên pêşengên berxwedanê gêrilayên HPG û YJA-Star, yekîneyên me YPG û YPJ, şervanên YBŞ û Hêzên Pêşmerge ku tevlî berxwedanê bûn û di vê oxirê de gihîştin şehadetê, ditewînin. Em soz didin ku mîrateya ku hiştinê emê hilgirin ser milên xwe û pêş de bibin.

 

Fermandariya Giştî ya YPG | 3 Tebax 2018