Em Rêhevalên Me Ku Li Efrîn û Tebqayê Gihaştine Şehadetê Bi Rêzdarî Bibîr Tînin

  • 29 Tebax 2018 | Şehîd

Ji Gelê Me û Rayagiştî Re!

 

1. Berxwedan û qehremantiya şervanên me li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê berdewam dike û roj bi roj çalakiyên bi bandor derbên giran li çeteyan dixin. Ev berxwedaniya ku bê hempa şervanên me li beramber tank, top, balafirên Tirk dikin bûye sedem ku pîlanên dewleta dagirker li Efrînê û herêmê serûbin bibe û bi hêsanî nikaribin pîlanên qirêj li herêmê ferz bikin û serkeftinê nêzîk dike.

 

Li beramberî vê berxwedanê, dewleta dagirker, di serî de çekê xwe yî pêşketî, sîxurtî, ajantî û kontra xistiye dewrê û bi vî rengî dixwaze rê li ber çalakiyên şervanên me bigre lê tekez wê nikaribe rê bigre û her tim wê di hedefa şervanên me de bin. Lê bele divê bê zanîn ku şerê me yê demê ku bi teqtîk û pêngavan ve pêş dikeve wekî hertim wê dagirkeriye liser Efrînê jî parçe bike û wê dewleta Tirk a dagirker bike rewşek wisa ku nekaribe ji nav derbikeve.

 

Di dîroka 9’ê Tebaxê saet 07:00’an de li girê gundê Biyê yê girêdayî navçeya Şêrawa, xayinekî xwe firoş dikeve ser şopa 2 şervanên me ku bi erkên xwe yên şoreşgerî li beramberî dewleta dagirker û çeteyên wê radibûn, ew xayîn agahî dide artêşa dagirker operasyonekî mezin bi tevlîbûna sedan leşker û çete lidar dixe. Rêhevalê me Aslan Riha û nasnameyê hevalekî me ku hîn zelal nebûye piştî qehremantiyekî bê hempa digihîjin şehadetê. Nasnameyê rêhevalê me yê din dema ku hat zelalkirin emê bi rayagiştî re parve bikin.

 

Di destpêkê ajanên ku bûye sedema şehadeta rêhevalên me çalakiyên tolgirtinê a li hember dagirkeran berdewam dike; kesên ku li dijî tekoşîna bi rûmet a gelê me bi dijmin re hevkarî kiriye û ketiye nav sucê wê bê ceza nemînin.

 

2. Di dîroka 25’ê Tebaxê li Tebqayê rêhevalekî me li ser erk û peywirê xwe bû di encama qezayekî de gihaştiye şehadetê.

 

Nasnameyên pakrewanên me wiha ne:

 

 

Nasnav: Aslan Riha

Nav û Paşnav: Mehmet Taşir

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Salih

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Biyê / 9’ê Tebaxê 2018’an

 

 

Nasnav: Comerd Kobanê

Nav û Paşnav: Egîd Ismed

Navê Dayikê: Gûl

Navê Bav: Ismed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 25’ê Tebaxê 2018’an

 

Em rêhevalên me ku gihaştine şehadetê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin û bi girêdanbûna bîranîna wan re soza xwe nû dikin.

 

29’ê Tebaxê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021