Em Koma Xwe ya Şêwirmendiyê ji Minbicê Paşve Dikşînin

  • 5 Puşper 2018 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Di çarçoveya Stratejiya giştî ya YPG'ê di derbarê şerê terorê de, me ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dawetname wergirtin ku pêngava leşkerî ya rizgarkirina bajarê Minbicê ji rêxistina DAIŞ'ê ya terorist pêk bînin. Dewena di çarîka destpêkê ya sala 2016'an de hat. Li ser esasê vê bangawaziyê û di çarçoveya lihevkirinên me bi hêzên navdewletî û herêmî re ku Tirkiyê jî di nav de, hêzên me bi Koalîsyona Navdewletî re banga şêniyên Minbicê pêk anî û di 1'ê Puşperê sala 2016'an de pêngava rizgarkirina Minbicê da destpêkirin. Pêngav zêdeyî 2 mehan dewam kir û di encamê de serkeftin hate bidestxistin û terorist ji bajar û beşek mezin ji gundên wê hatin derxistin. Serkeftin piştî ku hêzên me şervanên xwe yên herî baş di şerê li dijî terorê pêşkêş kirin. Ev berxwerdanî û fedekarî bi daxuyaniya rizgarkirina Minbicê ya di 15'ê tebaxa 2016'an de tacîdar bû.

 

Piştî ku bajarê Minbicê hate rizgarkirin, ewlekarî û aramî li herêmê pêk hat, hêzên me di 16'ê mijdara sala 2016'an de ewlekariya herêmê radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Hêzên me ji bajar vekişiyan û derbarê mijarê de daxuyaniyek fermî hate dayîn, her wiha merasîma leşkerî li ber ekranên televizyonan û saziyên çapemeniyê hate lidarxistin.

 

Li ser daxwaza Meclîsa Leşkerî ya Minbicê komek ji fermandarên me bi hêzên Leşkerî yên Minbicê re wekî şêwirmendên leşkerî man. Ev koma me di aliyê perwerdeyê de alîkariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikirin. Ev bi awayekî kordînekirî û şêwra Koalîsyona Navdewletî pêk hat. Xebatên koma me ya şêwirê heta saeta amadekariya vê daxuyaniyê dewam dikir. Niha û piştî zêdeyî 2 salan ji berdewama karê wan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gihişt asta ku karibe di aliyê perwerdeyê de rêveberiya xwe bike, lewma Fermandariya Giştî ya YPG'ê biryara vekişandina şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê da.

 

Em wekî hêzên YPG'ê ji raya giştî û gelê me yê Minbicê re tekez dikin ku tekoşîn û fedekariya me beşek ji erka me ya rizgarkirina welatiyan ji teroristên DAIŞ'ê yên xeteriyek mezin  li ser tevahî mirovahiyê pêk aniye ye. Ji bo em erka xwe bidomîn in, nameya me ji hemû cîhanê re ew e ku em ê tekoşîna xwe ya li dijî teroristan bidomînin, em ê wan têk bibin û ewlekariyê li tevahî herêmên rizgarkirî pêk bîn in. Di heman demê de em tekez dikin ku heger pêwîstî pêk hat, dê hêzên me banga xizmên me yên Minbicê derhal pêk bîn in.

 

5 Puşper 2018

Fermandariya Giştî ya YPG