Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin
- Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re
Şoreşa Rojava û Bakûr Rojhilatê Suriyê, îro bûye çavkaniya azadî û bi hevre jiyankirina gelan. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, her tim li hember vê pêvajoya avakirinê êrişan li dar xistine. Li pêş çavên hemû cihanê ev êriş pêş ketine û ewlehiya gelên herêmê ketiye bin xetereyê. Ev êriş îro jî berdewam dikin.
Artêşa Tirk gelek caran rexmê agirbestê, êrişan li dar xistiye û di serî de welatiyên me yên sivîl, gelek însanên me di wan êrişan de jiyanên xwe ji dest dane. Li hember yekineyên me yên leşkerî jî gelek caran ji aliyê çeteyan ve êriş hatine li dar xistin û ev êriş vala hatine derxistin. Li roja 19ê Tebaxê, di seet 14:00 an de, di navbera rêka Qamişlo-Hesekê (Elî Fero) de, di encama êrişa balafirê keşfê de endamê Konseya Leşkerî ya YPG û ji fermandarên QSD rêheval Rênas Roj gihişt şehadetê.
Rêheval Rênas wekî Kurdekî ji eslê xwe ji Rojhilata Kurdistanê ye, bi berpirsiyariyekî dîrokî berê xwe da refên şoreşê. Rêheval Rênas li hember hemû pergalên ku ji bo gelê Kurd zilm, qirkirin û tunekirinê rewa dîtine serî hilda û cihê xwe têkoşîna dîrokî de girt. Li hember şerê tunekirinê a ku li ser şoreşa Rojava dihat meşandin, bi dil û can û rihê seferberiyê di eniyên herî pêş de cihê xwe girt û erk û berpirsiyartiyên xwe bi cîh anî. Li hember dijminê mirovahiyê DAIŞê û dagirkeriya Tirk di hemû eniyan de wekî şervanek û wekî fermandarek bi fedakariyek mezin têkoşinek bêhempa meşand. Rêheval Rênas bi zindîbûna xwe û di her şert û mercî de bêtereddut kesayeta xwe ya çalakvan ve li her demê erkên xwe bi berpirsiyartiyek mezin bi cîh anî.
Rêheval Rênas li gelek perçeyên Kurdistanê bi îddîa û bibiryabûnek mezin tevli her cure xebatên şoreşê bû. Wekî brayê xwe Rêbaz ku bûbû sembola ciwanên fedayî ya Kurdistanê, ew jî di heman rêkê de bi seknek fedayî tevli karwanê şehîdan bû. Di jiyana xwe ya şoreşgertiyê ya 30 salan de, bi dil û can bi azadiyê bawer kir û lehengiyên biheybet derxist holê.
Nasnameya rêheval Rênas wiha ye:
Nasnav: Rênas Roj
Nav û Paşnav: Selahettin Şehabî
Navê dayik: Emîne
Navê bav: Seîd
Cîh û dîroka Şehadetê: Qamişlo | 19 Tebax 2021
Em di şexsê fermandar Rênas de, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata wî ya hêja û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em li hember her cure êrişên dijmin soza xwe ya tolhildanê dubare dikin.
Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022

Em rêhevalê xwe Brusk Botan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 06 Çile 2022

Em rêhevalê xwe Agir Efrîn birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 25 Kanun 2021
