Em 9 Hevalên Xwe Yên Di Berxwedana Cezaa de Gihiştine Şehadetê Bibîr Tînin

  • 9 Tebax 2018 | Şehîd

Ji Gelê Me û Rayagiştî re!

 

Pêvajoya şoreşa Rojava a 7 sale ku bi berdêlên giran û bi tekoşînek mezin bûye şahîda berxwedanek ku di dîrokê de kêm hatiye dîtin. Yek ji van berxwedanên mezin jî di sala 2014’an meha Tebaxê de girêdayê Kantona Cizîrê li Cezaa de di şerekî mezin a 10 rojan de derketiye pêş. Di vê pêvajoyê ku çeteyên DAİŞ’ê bajarê Musilê dagir kiribû û amadekariyên dagirkirina Şengalê dikirin, DAİŞ dixwest korîdora mirovahî ya di navbera Rojava û Şengal de bigire bi girtina Cezaa’yê jî dixwest qirkirina liser gelê Şengalê temam bike. Çeteyên DAİŞ’ê li Musul û herêmên din ku dagir kiribû bi hezaran çeteyan ve û bi her cûre çeken giran ve di 19’ê Tîrmehê de êrîşê Cezaa kiribû. Li hember êrîşê bi hezaran çeteyan û çeken giran de şervanên me bi kêmderfetî û bi çekên ferdî 10 roj bi awayek fedaiyane şerê tekoşînê dane meşandin. Bi pêkhatina berxwedanê ve çete negihiştine armancên xwe û canê bi hezaran gelê me jî di vê berxwedana bi heybet de hatiye rizgarkirin. Derbeyê herî giran ku DAİŞ xwariye cîhê yekemîn jî Cezaa ye.

 

Rihê qehremantiyê a vê berxwedanê bi rihê xeta fedayî a Apoyî de li hember çeteyên DAİŞ’ê de derketiye holê û bi vê rihê ve çeteyên DAİŞ’ê paş gav dane avêtin. Em 9 hevalên xwe yên ku di vê berxwedana mezin de bi awayek fedaiyane şer kirine û gihiştine şehadetê em bi rêzdarî û bi minnetî bibîr tînin. Jiber şert û mercên şer em neçar mane ku nasnameya van 9 hevalên xwe di vê pêvajoyê de aşkere bikin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Agir Hêja

Nav û Paşnav: Orhan Demîr

Navê Dayikê: Nubar

Navê Bav: Abuzer

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014an

 

 

Nasnav: Avaşîn Tolhildan

Nav û Paşnav: Muhbet Tokdemîr

Navê Dayikê: Remziye

Navê Bav: Mehdî

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014an

 

 

Nasnav: Avînar Edessa

Nav û Paşnav: Suzan Yaman

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Hisên

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014an

 

 

Nasnav: Cudî Efrîn

Nav û Paşnav: Sebîh Ardin

Navê Dayikê: Hediye

Navê Bav: Reşîd

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014an

 

 

Nasnav: Firat Zagros

Nav û Paşnav: Abdulqadir Akkuş

Navê Dayikê: Rabîa

Navê Bav: Eyûb

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014an

 

 

Nasnav: Harun Koçer

Nav û Paşnav: Mehmet Sagli Çagli

Navê Dayikê: Behiye

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014an

 

 

Nasnav: Jîn Sêrt

Nav û Paşnav: Zelal Gûneş

Navê Dayikê: Menekşe

Navê Bav: Senedîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014an

 

 

Nasnav: Nuda Karker

Nav û Paşnav: Vahîde Aladag

Navê Dayikê: Şekernaz

Navê Bav: Adil

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014an

 

 

Nasnav: Rêzan Cudî

Nav û Paşnav: Egîd Çapan

Navê Dayikê: Keser

Navê Bav: Mehmud

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014an

 

Em di serî de şehîdên Cezaa ku her kêliya tekoşîna şoreşa Rojava bi fedekariyên mezin ava kirine û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û bi minnetî bibîr tînin, em soza girêdanbûna bîranînên wan heya gihandina serkeftinê dûbare dikin.

 

9’ê Tebaxê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG