Em 7 rêhevalên xwe yê di şerê berxwedana Kobanê de şehîd bûne bibîr tînin
- 16 Cotmeh 2018 | Şehîd

Ji Çapemenî û raya giştî re!
Gelê me ji dîrokê heya niha li hember her cûre êrîş û dagirkeriya dijmin a li hember axê Kurdistanê re bi seknekî berxwedêr a bi pênaseya azadiyê re bûye yek bersiv daye. Li hember hemû êrîşên ku sedema hebûna wan ji holê rakin gelê me jî hêj zêdetir bi yekbûyinek rihê berxwedanek hevpar ava kirine. Ji bo wê di serî de ji bo parastina nirxên xwe yên çandî re şerê hebûn û tûnebûnê dane meşandin. Yek ji wan şerê hebûn û tûnebûnê jî di sala 2014’an de li hember hewldana dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê a li Kobanê ku ketiye qada dîrokê hatiye meşandin. Keç û xortên herî xweşik yên Kurdistanê jî bi girêdanbûna welatparêzî û azadiyê ve ku xwe bexşandine gelê xwe tevlî şerê berxwedanê a Kobanê ku bi mehan berdewam kir bûn û ispat kirin ku dijmin tû caran nagihêje armanca xwe. Di meha Cotmehê ku mehekî herî zêde berxwedanî hatibû meşandin de me 7 hevalê xwe şehîd dabû. Rêhevalên me Bêdeng, Bêrîtan Botan, Bêrîtan Besta, Botan, Brusk, Cudî û Ruken ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatibûn di şerê berxwedana Kobanê de bi berxwedaniya ku dan nîşandan têkoşîna me ya azadiyê ku em didin meşandin nîşanî herkesî dane. Ev sekna mîlîtanî bûye sedem ku şoreşa Rojava li hemû cîhanê de deng vedaye.
Ji ber sedema şert û mercên şerê ku çêbûne nasnameya rêhevalên me dereng mabe jî hatiye aşkerekirin. Em nasnameya van hevalên xwe di vê pêvajoyê de îlan dikin. Nasnameya rêhevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Bêdeng Çewlîg
Nav û Paşnav: Oktay Gûrdegir
Navê Dayikê: Xatun
Navê Bav: Zekî
Cihê Ji Dayikbûnê: Çewlîg
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 23’ê Cotmehê 2014
Nasnav: Bêrîtan Botan
Nav û Paşnav: Ayşe Sayin
Navê Dayikê: Sabîha
Navê Bav: Şemsedîn
Cihê Ji Dayikbûnê: Mersîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 9-10 Cotmehê 2014
Nasnav: Bêrîtan Besta
Nav û Paşnav: Qadriye Koluman
Navê Dayikê: Xanim
Navê Bav: Îdrîs
Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 9-10 Cotmehê 2014
Nasnav: Botan Farqîn
Nav û Paşnav: Cûneyt Kiliçdogan
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Kemal
Cihê Ji Dayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014
Nasnav: Brusk Tolhildan
Nav û Paşnav: Omer Ertan
Navê Dayikê: Maşallah
Navê Bav: Necmedîn
Cihê Ji Dayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 1’ê Cotmehê 2014
Nasnav: Cudî Amed
Nav û Paşnav: Mehmet Ozmen
Navê Dayikê: Halîme
Navê Bav: Tahir
Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 10’ê Cotmehê 2014
Nasnav: Ruken Sîpan
Nav û Paşnav: Qudret Rasîkî
Navê Dayikê: Xatun
Navê Bav: Kadil
Cihê Ji Dayikbûnê: Makû
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014
Em 7 rêhevalên xwe yên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bi rêzdarî û minnetî bibîr tînin. Soza şehîdên me a serkeftinê ku ji bo me şopdaran dane em dewir digirin û em soza hê bi serkeftinî û bi biryardariyek mezin ve meşandinê dûbare dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 16 Cotmeh 2018

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
