Em 7 Hevalên me Ku Li Efrînê Şehîd Ketine Bi Rêzdarî Bibîr Tînin

  • 31 Tîrmeh 2018 | Şehîd

Ji Gelê Me û Rayagiştî re!

 

Di pêvajoya 7 salan ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xaka me şahidiya gelek berxwedaniyên dîrokî kiriye lê bi ketina sala 2018 an re kevneşopiya berxwedanê gihiştiye asta lûtkeyê û dîrok, cara yekê berxwedaneke bi heybet jiyan kiriye. Dewleta Tirk ya faşîst û dagirker di tevahiya dîrok û roja me ya îro de bi komên çeteyên girêdayî xwe yên weke El Nusra û Daîşê re zîhniyeta herî paşwerû bi rêve dibe û hêzên me di dûyemîn qonaxa Berxwedana Serdemê de li hember komên çeteyan, di erdnîgariya Efrînê de pêşengiya tekoşîneke bê eman didin meşandin. Di destpêka tekoşîna berxwedanê heta niha rêhevalên me li hember dagirkeran, bi rihê fedayî û azweriya azadiyê re şer kirin, bi bilindkirina berxwedanê re gihîştin şahadetê. Bi vê tekoşîn û berxwedanê re careke din rastiya; destkeftiyên mezin bi nîşaneya fedakariyên mezin tên bi dest xistin derket holê.

 

Şerê berxwedanê ya li Efrînê de di encama yekemîn û dûyemîn ya Berxwedana Serdemê de 7 rêhevalên me heta gulleya dawî şer kirin û gihîştin şahadetê. Nasnameyên hevalên me yên ku şehîd ketine wiha ne;

 

 

Nasnav: Botan Cimo Qendîl

Nav û Paşnav: Cimo Ebdulah

Navê Dayikê: Qamer

Navê Bav: Ekeş

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Kîmarê / 20’ê Adarê 2018an

 

 

Nasnav: Dilgeş Welat

Nav û Paşnav: Mihemed Ebdo

Navê Dayikê: Sultana

Navê Bav: Hemdî

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Mabeta / Gundê Bedîna / 1’ê Adarê 2018an

 

 

Nasnav: Dilsoz Ronî

Nav û Paşnav: Idrîs Ereb

Navê Dayikê: Nezîre

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / 7’ê Tîrmehê 2018an

 

 

Nasnav: Husam

Nav û Paşnav: Tariq Îsa

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Îsa

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / Gundê Ereb Wêran / 27’ê Sibatê 2018an

 

 

Nasnav: Kemal Pîr

Nav û Paşnav: Rizgar Hec Hemo

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Bilîlka / 1’ê Adarê 2018an

 

 

Nasnav: Rojvan Dêrik

Nav û Paşnav: Mihemed Xelîl

Navê Dayikê: Heyat

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / 21’ê Sibatê 2018an

 

 

Nasnav: Serbilind Efrîn

Nav û Paşnav: Mihemed Elî Kilîn

Navê Dayikê: Hemîde

Navê Bav: Arif

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / Gundê Elîcarê / 22’ê Sibatê 2018an

 

Em 7 rêhevalên me yên ku gihîştine şahadetê bi minet û rêzdarî bibîr tînin, di şopa kevneşopiya berxwedanê de heta misogerkirina azadiya gelê xwe, dûbare soza tekoşîneke bê eman didin

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 31 Tîrmeh 2018