Em 6 rêhevalên xwe yên ku li Efrîn û Dêrezorê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin

  • 21 Puşper 2018 | Şehîd

Ji Gelê me û Rayagiştî re!

 

Di çarçoveya duyemîn pêngava Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, hêzên me li hember gelek xal û baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî, li navenda bajarê Efrîn û gundewarên wê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn.

 

Di dîroka 22 Adarê, hêzên me li hember leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên ku li çiyayê Hawar ya herêma Raco bicîh bûbûn çalakiyeke bi bandor pêş anîn. Çalakiya ku gelek leşker û çeteyên artêşa dagirker tê de hate kuştin de di encama êrîşên hewayî ya artêşa dagirkeran de hevalek me şehîd ket.

 

Dîsa di dîrokên 2-4 Nîsanê de li heman herêmê, piştî çalakiyan 4 hevalên me di encama êrîşên hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd ketin.

 

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya ku hêzên me jî tê de cîh digirin de, li herêma Dêrezorê;

 

Di dîroka 17 Pûşperê, di dema operasyona rizgarkirina bajarokê Dişîşa ji çeteyên DAIŞ şer û pevçûnên dijwar rû dabûn. Di encama pevçûnan de yek ji fermandarê hêzên me yên li herêmê rêheval Mahir Çiya piştî berxwedaneke lehengî gihîşt şehadetê.

 

Em rêheval Mahir Çiya û 5 hevalên xwe yên din ku di Berxwedana Serdemê û pêngava Bager Cizîrê de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku heya biser xistina têkoşîna şehîdên xwe emê têkoşînê bidomînin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Awyer Rojhilat

Nav û Paşnav: Mehran Muhamedî

Navê Dayikê: Keraman

Navê Bav: Nemat

Cihê Ji Dayikbûnê: Tehran

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 2 Avrêl 2018

 

 

Nasnav: Cudî Rojava

Nav û Paşnav: Hediye Hesen

Navê Dayikê: Ezîze

Navê Bav: Ednan

Cihê Ji Dayikbûnê: Girkêlegê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3 Avrêl 2018

 

 

Nasnav: Hîwa Azad

Nav û Paşnav: Samanî Karaberdî

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Behman

Cihê Ji Dayikbûnê: Sine

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3 Avrêl 2018

 

 

Nasnav: Mahîr Çiya

Nav û Paşnav: Abdullah Îlhan

Navê Dayikê: Nuriye

Navê Bav: Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 17 Puşper 2018

 

 

 

Nasnav: Reşîd Helo

Nav û Paşnav: Bextiyar Mihemed Pur

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Saqiz

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 4 Avrêl 2018

 

 

Nasnav: Şervan Zagros

Nav û Paşnav: Alan Ibrahîm

Navê Dayikê: Nura

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 22 Adar 2018

 

21 Puşper 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG