Em 6 rêhevalên me yên ku li Berxwedana Kobanê û Serêkaniyê şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin
- 17 Îlon 2018 | Şehîd

Ji gelê me û rayagiştî re!
2014'an meha Îlonê di berxwedana Kobanê de 2 rêhevalên me û li Serekaniyê li gundê Dehmayê 4 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên derbarê hevalên me yên şehîd wiha ne;
1. Çeteyên DAIŞ'ê ku dagirkirina Kobanê dane ber xwe 15'ê Îlona 2014'an bi hevdemî êrîş birin ser rojhilat, başûr û rojavayê bajêr. Hêzên me yên YPG û YPJ'ê li dijî êrîşan berxwedaniyeke mezin kirin û nîşan dan ku çeteyên DAIŞ'ê nikarin Kobanê dagir bikin. Her roja berxwedana Kobanê bi serê xwe destanek e. Yek ji van berxwedanan jî li rojavayê Kobanê li derdora gundê Siftek û derdorê 22-30'ê Îlonê hate jiyîn. Di vê berxwedanê de hêzên me derbên giran li çeteyan xistine û nehiştine ku çete bi pêş ve biçin. Di vî şerê berxwedanê de ku şerê vînê hatiye kirin hevalên me Cîgerxwîn Şervan û Zerdest Zagros bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Cîgerxwîn Şervan
Nav û Paşnav: Osman Karan
Navê Dayikê: Guzel
Navê Bav: Dagistan
Cihê Ji Dayikbûnê: Agirî
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Girê Siftekê / 28’ê Îlonê 2014
Nasnav: Zerdeşt Zagros
Nav û Paşnav: Mesut Sirma
Navê Dayikê: Perîşan
Navê Bav: Nusret
Cihê Ji Dayikbûnê: Colemêrg
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an
2. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîş birin ser Kobanê di meha Îlonê de hêzên me ji bo ku destekê bidin berxwedana Kobanê li Serêkaniyê li dijî DAIŞ'ê pêngavek dane destpêkirin. Bi vê pêngavê re 22'yê Îlona 2014'an li Serêkaniyê, li navçeya Mebrûka gundê Dehma di navbeyna hêzên me û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran çêbû. Di vî şerî de çar hevalên me yên ku derbên giran li çeteyan dan heta guleya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Nasnameyên rêhevalên me yên ku şehîd ketine wiha ne;
Nasnav: Mazlum Jêhat
Nav û Paşnav: Faruk Demir
Navê Dayikê: Gulîstan
Navê Bav: Ismet
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 22’ê Îlonê 2014
Nasnav: Piling Çiya
Nav û Paşnav: Eyup Malgaz
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 22’ê Îlonê 2014
Nasnav: Sîpan Piling
Nav û Paşnav: Suat Coşkun
Navê Dayikê: Tentane
Navê Bav: Ezîz
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 22’ê Îlonê 2014
Nasnav: Şahîn Serhed
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 22’ê Îlonê 2014
Di şexsê hevalên me de yên ku di berxwedana Kobanê û Serêkaniyê de şehîd bûne hemû şehîdên şoreşê em bi hurmet bi bîr tînin. Em soz didin ku li ser xeta berxwedanê ya ku şehîdên me ava kirine heta azadiya gelê me em têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin.
Navenda Ragihandina YPG | 17’ê Îlonê 2018