Em 6 hevrêyên xwe yên di 2014’an de li Kobanê û Cezaayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin
- 1 Cotmeh 2018 | Şehîd

Ji gelê me û raya giştî re!
Pêşengên gelên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, şehîd in ku li hemberî hemû dijwarî û zehmetiyan li ber xwe didin, ji bêderfetiyan serkeftinên mezin diafirînin û di oxira vê yekê de canê xwe feda dikin. Ev yek bi helwesta bi hezaran şehîdan li Kurdistanê hatiye îsbatkirin. Şehîdên me hêviyên pêşerojeke azad kirine xeyalên ku dikarin pêk werin û bi dilsoziya xwe ya bi mirovahiyê re her yek bûye rewşenek.
Şehîdên me di hemû qonaxên vê dîrokê de, her yek bûye abîdeyek û cihê xwe di dilê mirovahiyê de girtiye. Şoreşa mirovahiyê ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tê, li hemberî zehmetiyan roj bi roj berxwedana xwe mezin dike û li dijî çeteyên barbar ên DAIŞ’ê têkoşîneke lehengane dimeşînin û destanên dîrokî nivîsandin. Yek ji van destanan jî di sala 2014’an de li Kobanê û Cezaayê bi helwesta qehremanî ya 6 hevrêyên me derketiye holê. 6 hevrêyên me di encama fedakariyeke bêhempa de tev li karwanê şehîdan bûne.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Arşîn Efrîn
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an
Nasnav: Mazlum Cudî Efrîn
Nav û Paşnav: Ehmed Mamo
Navê Dayikê: Hebîbe
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an
Nasnav: Rojda Efrîn
Nav û Paşnav: Arîfe Mihemed
Navê Dayikê: Gulê
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 23’ê Tebaxê 2014’an
Nasnav: Ronî Efrîn
Nav û Paşnav: Nîzar Hesen
Navê Dayikê: Rahîme
Navê Bav: Reşîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an
Nasnav: Şiyar Amed
Nav û Paşnav: Orhan Çelîk
Cihê Ji Dayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 27’ê Îlonê 2014’an
Nasnav: Yaşar Xemgîn
Nav û Paşnav: Fîraz Îbo
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an
Di serî de şehîdên berxwedana Kobanê û Cezaayê, em hemû şehîdên xwe yên gernas bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê, heta ku em azadiya gelên xwe bi dest dixin, têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 1 Cotmeh 2018

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
