Em 5 rêhevalên xwe yên ku li Dêrezorê û Helebê gihîştine şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin

  • 20 Kanûn 2018 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a ku li dijî DAIŞ’ê didome de di navbera dîroka 24’ê Mijdarê û 18’ê Kanûnê de 4 rêhevalên me gihîştine şehadetê. Her wiha rêhevalek me jî li Helebê di encama qrîza dil de şehîd ket.

 

1. Di dîroka 24’ê Mijdarê de çeteyên DAIŞ’ê li ser xal û çeperên me yên li bakur û rojavayê bajaroka Hecînê de êrîş pêk anîbûn. Bi bersivdayîna hêzên me ve di navbera hêzên me û çeteyan de bi saetan şer û pevçûnên dijwar qewimîn û di encama berxwedaniya şervanên me êrîşên çeteyan hatibûn şikandin. Di vê berxwedanê de rêhevalekî me şehîd ketibû nasnameyê wî nû hat zelalkirin. Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Ezab Hesekê

Nav û Paşnav: Emced Derwêş

Navê Dayikê: Şaha

Navê Bav: Îbrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

2. Li bajaroka Hecîn a Dêrezorê di navbera hêzên me çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin û hêzên me pêşveçûnên xwe li vê herêmê didomîne. Di çarçoveya operasyonên ku hêzên me li dar xistine û şer û pevçûnên ku derketine de di dîroka 17 û 18’ê Kanûnê de 3 rêhevalên me yên ku li dijî çeteyan bi lehengî şerkirin gihîştine şehadetê. Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Egîd Girkêlegê

Nav û Paşnav: Ehmed Xelef

Navê Dayikê: Emşa

Navê Bav: Munîf

Cihê Ji Dayikbûnê: Girkêlegê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 18’ê Kanûnê 2018

 

 

Nasnav: Egîd Til Koçer

Nav û Paşnav: Enwer Hentûş

Navê Dayikê: Mûnîfe

Navê Bav: Suhêl

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 18’ê Kanûnê 2018

 

 

Nasnav: Zinar Becar

Nav û Paşnav: Hemze El Elî

Navê Dayikê: Hene

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Çilaxa

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 17’ê Kanûnê 2018

 

3. Rêhevalê me Ruşan Efrîn ku di parastina bajarê Helebê de erk û berpirsiyartî girtibû ser milê xwe, di encama qrîza dil de di dîroka 19’ê Kanûnê de şehîd ket. Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Ruşan Efrîn

Nav û Paşnav: Îbrahîm Xelîl Nebo

Navê Dayikê: Nazliye

Navê Bav: Şêxo

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 19’ê Kanûnê 2018

 

Em ji malbatên şehîdên me û gelê me re sersaxiyê dixwazin û rêhevalên me yên ku têkoşîna azadiyê de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Kanûn 2018