Em 5 Rêhevalên Xwe Yên Ku Berxwedana Cezaayê De Gihîştine Şehadetê Bi Rêzdarî Bibîr Tînin

  • 31 Tebax 2018 | Şehîd

Ji Gelê Me û Rayagiştî Re!

 

Bi pêşxistina şoreşa Rojava re, gelên ji bo demokrasî û azadiyê tekoşînê bilind kir li Bakurê Suriyê belav bû û ev bû şerê berxwedana hevpar a azadiyê ya gelên herêmê. Di encama tekoşîna ku bi şêwazê herî bibandor li hember çeteyên DAIŞ’ê hat meşandin de serkeftinên dîrokî hatin bidestxistin. Yek ji van berxwedanan sala 2014’an di navbera 19-31’ê Tebaxê de li Cezaayê li hember DAIŞ’ê şerê ku bi heybet hat raberkirin e. Bi berxwedana bêhempa ku li hember çeteyên DAIŞ’ê hate raberkirin, ne tenê derbên giran li çeteyan hat xistin her wiha ev şer bû wesîle ku DAIŞ bikeve pêvajoyeke tunebûnê. Hewldana pêkanîna fermana 74. ya Şingalê hat astengkirin û bi vê sekna qehremantî re xelekek destaniyeke din ket dîroka tekoşîna me ya berxwedanê. Şervanên me Serhed, Xwînrêj Cudî, Sorxwîn, Şiyar, Xwînrêj Cudî yê ku bi hezkirina welat, bi welatparêziya kûr û sembola berxwedanê de israrkirinê ne, di vê berxwedanê de heya dilopa xwîna xwe ya dawî şerkirine û gihîştine şehadetê.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Serhed Colemêrg

Nav û Paşnav: Orhan Tekîn

Navê Dayikê: Gurbet

Navê Bav: Faris

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an

 

 

Nasnav: Sorxwîn Amanos

Nav û Paşnav: Keyfiye Demir

Navê Dayikê: Payiz

Navê Bav: Mehmed Sidiq

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an

 

 

Nasnav: Şiyar Garzan

Nav û Paşnav: Mazlum Çelîk

Navê Dayikê: Herdem

Navê Bav: Hakim

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an

 

 

Nasnav: Xwînrêj Cudî

Nav û Paşnav: Hûseyîn Acar

Navê Dayikê: Tayibe

Navê Bav: Zubeyt

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an

 

 

Nasnav: Xwînrêj Cudî

Nav û Paşnav: Ibrahîm Tatar

Navê Dayikê: Sarya

Navê Bav: Abdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an

 

Ev hevalên me li pey şopa şehîdên me yên ku bûne sembola zayîna nû meşiyane û bi qehremantî gihîştine şehadetê. Em 5 rêhevalên xwe yên ku dilê xwe ji azadiyê re kilîtkirine bi rêzdarî bibîr tînin û em soz didin ku dîroka berxwedanê bi azadiyê tacîdar bikin.

 

31’ê Tebaxê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021