Em 5 şehîdên me yên Berxwedana Serdemê ya Efrîn’ê bi rêzdarî bibîr tînin

  • 30 Pûşper 2018 | Şehîd

 

Ji gelê me û raya giştî re!

encamên agahiyên berfireh a di derbarê çalakiyên li hemberî artêşa dagirker ya Tirk û çeteyên girêdayê wê de ku tên meşandin wiha ye;

1.      Di dîroka 27’ê Adara 2018’an de li navçeya Şêrawa a girêdayî Efrîn’ê gundê Kilbêşînê komek girêdayê hêzên me li hember hêzên artêşa dagirker ya Tirk û çeteyên girêdayê wê re çalakiyek lidarxistiye. Di vê çalakiyê de hêjmarek leşkerên Tirk û çeteyên girêdayê wê hatiye kuştin, di derbarê kuştî û birîndaran de agahiyek zelal negihiştiye destê me. Di vê çalakiyê de hevalê me Ciwan Palû di encama şerekî dijwar de bi qehremanî şer kiriye û gihiştiye şehadete nasnameya hevalê me yê ku şehîd ketiye wiha ye;

 


Nasnav:Ciwan Palu

Nav û Paşnav:Mahsum Karadag

Navê Dayikê:Xanim

Navê Bav:Naîm

Cih û Dîroka Şehadetê:Efrîn / Şêrawa / Gundê Kibêşînê / 27 Adar 2018

 

2.     Di roja 19’ê Hezîranê li qada Kefer Mizê a girêdayî Şera ya Efrîn’ê leşkerên dijmin û çeteyên ku liwir bicîh bûbûn yekineyekî me li hember wan çalakiyek lidarxistiye. Encamê çalakiyê ji aliyê me nehatiye zelalkirin, di encama şerê ku derketiye rêhevalê me Bahoz Tekman heya dawîya gûleya xwe şer kiriye û tevlî kerwanên şehîdan bûye. 

 

Nasnav:Bahoz Tekman

Nav û Paşnav:Elî Seîd Cîhanoglu

Navê Dayikê:Xedîce

Navê Bav:Sayim

Cih û Dîroka Şehadetê:Efrîn / Şera / Gundê Kefer Mizê / 19 Puşper 2018

 

 

3.     Me di daxuyaniya xwe a bi dîroka 28’ê Hezîranê de di derbarê şerê di 2-4’ê Nisanê de ya hêza leşkerên Tirk û çeteyên girêdayê wê ku li çiyayê Hewar de girêdayê navçeya Reco a Efrîn’ê de bicîh bûbûn ji aliye komek me ve çalakiyek hatibû lidarxistin ragihandibû. Di vê çalakiyê de dijmin wendahiyek mezin daye, mewziyên wan hatibû îmhakirin. Di encama vê çalakiyê ku hatibû lidarxistin 3 hevalên me bi qehremanî şer kirine û gihiştine şehadete.  

 

Nasnameya hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ye;

 

Nasnav:Argeş Botan

Nav û Paşnav:Ibrahîm Îrtegûn

Navê Dayikê:Xezal

Navê Bav:Abdulqadir

Cih û Dîroka Şehadetê:Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 2 Nîsan 2018


Nasnav:Brusk Amed

Nav û Paşnav:Abdullah Ersan

Navê Dayikê:Rahîme

Navê Bav:Elî

Cih û Dîroka Şehadetê:Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 2 Nîsan 2018

 

Nasnav:Welat Rûmet

Nav û Paşnav:Fatma Sabah

Navê Dayikê:Duriye

Navê Bav:Muyîdîn

 

 

Her hevalê me ku seknekî berxwedêrî derxistine holê û gihiştine şehadete, li hember dagirkeriyê nîşaneya  rihek fedaî a binneketinê ye.em van hevalên xwe yên ku bi rihek tekoşînê girêdayê tekoşînê bûne û gihiştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin û em soza girêdaybûna mezinkirina şerê tekoşînê dûbare dikin. 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30’ê Hezîrana 2018