Em 4 hevalên xwe yên ku li Efrîn û Şedadê de gihiştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

  • 7 Tîrmeh 2018 | Şehîd

Ji gelê me û raya giştî re!

 

Li hember kiryarên faşîzan û dagirkerî a topyekûn ya dewleta Tirk a dagirker, berxwedanek topyekûn tê raberkirin. Her bihostek axa Efrînê ku şahidiya berxwedanek dîrokî a li hember dagirkeriya dewleta Tİrk dike, liser navê tekoşîna me ya azadiyê bedelên mezin tên dayîn û şehadet tên jiyankirin. Berxwedana bi heybet ku tê jiyankirin, her hevalê me a di nav tekoşîna azadiyê de li hember dijmin bi seknekî mîlîtanî ku serî netewandiye bûye nişaneya ku di nav berxwedanek çawa de ne.

 

Yek ji wan berxwedana jî komek hevalê me li navçeya Efrîn Şera gûndê Malikiyê dema diçûn peywirê ketine kemîna dijmin. Ev kemîn bi bersivdayîna hêzê me ziviriye pevçûnek mezin. Dinav vê pevçûnê de kuştî û birîndarên dijmin heye û lê derbarê hejmarên wan de agahiyek zelal neketiye dest. Di encama vê şerî de 2 ji wan hevalên jin bi giştî 3 hevalên me heya fîşeka xwe ya dawî şer kirine û gihiştine şehadetê.  

 

 

Di dema pevçûna dijwar de rêhevalên me Agir Kop, Arjîn Rûstem Cûdî û Sarya Rizgar bi rihekî hev parastinê, girêdaybûna bi hevaltiyê çawa dibe bi seknekî mîlîtanî danîne holê. Her 3 hevalên me ku di destpêka Berxwedana Serdemê ya Efrînê heya niha li hember dijmin de ji sekna xwe de tawîz nedane.

 

Nasnameyên hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ye:

 

 

Nasnav: Agir Kop

Nav û Paşnav: Ramazan Ekmekçî

Navê Dayikê: Gûllû

Navê Bav: Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / Gundê Malikiyê / 30’ê Puşperê 2018an

 

 

Nasnav: Arjîn Rustem Cudî

Nav û Paşnav: Ceylan Horo

Navê Dayikê: Firyel

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / Gundê Malikiyê / 30’ê Puşperê 2018an

 

 

Nasnav: Sarya Rizgar

Nav û Paşnav: Gurbet Taksun

Navê Dayikê: Rabîa

Navê Bav: Abdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / Gundê Malikiyê / 30’ê Puşperê 2018an

 

Di heman demê de di dîroka 18’ê Puşperê 2018’an de li Şedadê rêhevala me Bêrîtan Zinar ku dema liser erka xwe bû di encama qezayekî de şehîd bûye. Nasnameya hevala me ya şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Berîtan Zinar

Nav û Paşnav: Sozdar Mustafa

Navê Dayikê: Heyfe

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 18’ê Puşperê 2018an

 

7 Tîrmeh 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG