Em 3 rêhevalên xwe yên ku li Dêrezorê û Helebê gihîştin şehadetê bi bîr tînin
- 13 Çile 2019 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!
3 rêhevalên me di dîroka navbera 7 û 11’ê Çileyê de li Dêrezorê û Helebê gihîştine şehadetê. Di derbarê şehadetê rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ne;
1. Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a qonaxa dawî ya Şêrê Tunekirina Terorê de pêşveçûnên şervanên me didome û di encama operasyonên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê li vê herêmê tê lidar xistin de derbên giran li çeteyan tê dayîn. Di vê çarçoveyê de;
Di dîroka 7 û 11’ê Çileyê de li gundê Şafaa û derdora wê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon hatin lidar xistin. Di van operasyonan de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û herwiha gelek çek û cebilxaneya çeteyan ket destê şervanên me. Di encama van operasyonan de 2 rêhevalên me li dijî çeteyan bi lehengî şerkirin û gihîştin şehadetê. Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Ehmed Girkêlegê
Nav û Paşnav: Mihemed Lîlî
Navê Dayikê: Qumra
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Girkêlegê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 7’ê Çileya 2019
Nasnav: Xelîl Dêrik
Nav û Paşnav: Hemze Şawîş
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 11’ê Çileya 2019
2. Rêhevalê me bi nasnav Çiya Kurd ku li Helebê erkdar bû di encama qrîza dil de gihîştiye şehadetê. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Çiya Kurd
Nav û Paşnav: Serbest Omer
Navê Dayikê: Nazliye
Navê Bav: Behçet
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 11’ê Çileya 2019
Em ji malbatên hevalên xwe yên şehîd û gelê me re sersaxiyê dixwazin û tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Çileya 2019

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
