Em 3 rêhevalên xwe yên ku gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

  • 24 Adar 2019 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

3 rêhevalên me di meha Adarê di cîhên cûda yên Rojava de dema ku li ser erka xwe bûn gihîştin şehadetê. Rêhevalê me Garzan di dîroka 13’ê Adarê li Şedadê, rêhevalê me Kemal li Helebê roja 20’ê Adarê û rêhevalê me Piling jî di roja 21’ê Adarê li Kobanê dema ku li ser erk û peywira xwe bûn di encama qezayên cûda de gihîştin şehadetê.

 

Şehadeta rêhevalên me yên bi vî rengî her çiqas me biêşîne jî emê jiyan û têkoşîna wan ji xwe re bikin bingeha têkoşîna xwe ya azadiyê. Ji ber ku hêz û morala ku em jê digrin felsefeya jiyana şehîdên me ne û emê bi vî bîr û baweriyê têkoşîna xwe heya serkeftinê tacîdar bikin bidomînin. Di vê çarçoveyê de, di serî de malbatên hêja yên şehîdên me û serê hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û careke din di kesayeta li ser van şehîdên me tevahî şehîdên xwe yên nemir bi rêzdarî bibîr tînin.

 

Nasnameyên pakrewanên me wiha ne;

 

 

Nasnav: Garzan Tekoşer

Nav û Paşnav: Yezen Şenûn

Navê Dayikê: Nafîs

Navê Bav: Eladîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Şam

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 13’ê Adarê 2019

 

 

Nasnav: Kemal Efrîn

Nav û Paşnav: Elî Heyder

Navê Dayikê: Siltan

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 20’ê Adarê 2019

 

 

Nasnav: Piling Kobanê

Nav û Paşnav: Îbrahîm Xelîl

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 21’ê Adarê 2019

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Adar 2019