Em 3 rêhevalên xwe yên ku di du qezayên cûda de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin
- 10 Mijdar 2018 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!
Di navbera dîrokên 4 û 8’ê Mijdarê de 3 rêhevalên me li Dêrezor û Amûdê di encama qezayên trafîkê de şehîd ketin.
1. Di şerê bi dawîkirina terorê ya ku li hember xaka dawî ya di bin dagirkeriya DAIŞ’ê ya li herêma Hecîn ya ser bi Dêrezorê ve tê meşandin de hêzên me YPG û YPJ cîhekî aktîf digirin. Di vê navgîna şer ya dibe cîhê pevçûnên giran de, roja 4’ê Mijdarê di encama qezayeke trafîkê de rêhevala me Ronya Nisêbîn şehîd ket. Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye;
Nasnav: Ronya Nisêbîn
Nav û Paşnav: Sultan Bulca
Navê Dayikê: Xezal
Navê Bav: Muhîttîn
Cihê Ji Dayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 4’ê Mijdarê 2018
2. Di roja 8’ê Mijdarê de di encama qezayeke trafîkê ya ku li bajarê Amûdê qewimî de 2 rêhevalên me şehîd ketin. Nasnameyên her dû hevalên me yên ku şehîd ketin wiha ne;
Nav û Paşnav: Elî Besrawî
Navê Dayikê: Şeha
Navê Bav: Îzedîn
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Amudê / 8’ê Mijdarê 2018
Nasnav: Zagros Hesekê
Nav û Paşnav: Fîraz Mihemed
Navê Dayikê: Xezal
Navê Bav: Xalid
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Amudê / 8’ê Mijdarê 2018
Em rêhevalên xwe yên ku bi hemû hêza xwe bi têkoşînê ve hatin girêdan û ji bo azadiya gelê xwe bûn xwedî sekna herî fedakar, bi rêzdarî û minet bibîr tînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Mijdar 2018

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
