Em 3 rêhevalên me ku li Dêrezorê şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin

  • 9 Puşper 2018 | Şehîd

Ji Gelê me û Rayagiştî re!

Pêngava Bagera Cizîrê ya qonaxa temamkirina rizgarkirina gundewarên başûrrojhilatê Hesekê bi pêşveçûnên şervanên Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) ku hêzên me YPG-YPJ jî di vê pêngavê de cihê xwe digrin, bi hemû leza xwe didome. Di vê qonaxa duyemîn de piştî şerên dijwar yên di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê qewimîn de 6 gund hatin rizgarkirin û derbên giran li çeteyan hate dayîn. Hebûna çeteyên DAIŞ’ê a li vê herêmê ber bi tunebûyinê ve diçe.

 

Di navbera dîroka 27’ê Gulanê û 7’ê Puşperê de gundên ku hatin rizgarkirin de pevçûnên giran di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ’ê de derket. Rêhevalên me Elîşêr, Esîr û Şam Hesekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn.

 

Em her sê rêhevalên me ku li Dêrezorê şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin û em soza ku tekoşîna me ya azadiyê bi serkeftinê re tacîdar bikin heya dawî têbikoşin careke din nû dikin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Elîşêr

Nav û Paşnav: Selman Mihemed

Navê Dayikê: Xerma

Navê Bav: Ebîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 7 Puşper 2018

 

 

Nasnav: Esîr

Nav û Paşnav: Mihemed Abud

Navê Dayikê: Fewziye

Navê Bav: Kamil

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrezor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 27 Gulan 2018

 

 

Nasnav: Şam Hesekê

Nav û Paşnav: Sihêl El Ehmed

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Îsmaîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrezor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 6 Puşper 2018

 

9 Puşper 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG