Em 3 hevalên me ku li Efrînê û Dêrezorê şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin

  • 8 Tîrmeh 2018 | Şehîd

Ji Gelê Me û Raya Giştî re!

 

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêşveçûnên Hêzên Suriya Demokratîk ku hêzên me YPG/YPJ jî bi çalak tevlî vê pêngavê dibin, li gundewarên herêma Dêrezorê de berdewam dike û operasyonên paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê jî bênavber didome. Di vê çarçoveyê de;

 

1. Di dîroka 6’ê Tîrmehê de li gundê Bisêra ya girêdayî Dêrezorê de çeteyên DAIŞ’ê bi maşîneyeke teqemeniyê êrîşê çeperên hêzên me kir. Hêzên me heman demê maşîneyê teqemeniyê ferq kir û bi çekên ferdî û çekên giran bersiv da û berî ku bigihîje armancê xwe hat îmha kirin. Di encama êrîşê de hevalekî me û şervanekî QSD’ê ku nehiştin maşîneyê teqemeniyê xwe bigihîne çeperên hêzên me û bêbandorkirina wî de rolê xwe leyîstin, gihîştin şehadetê. Nasnameyê hevalê me wiha ye;

 

 

Nasnav: Demhat Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Ebdilqadir Mamed

Navê Dayikê: Zelîxa

Navê Bav: Mustafa

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 6’ê Tîrmehê 2018an

 

2. Di çarçoveya qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de di dîroka li 20’ê Çile û 18’ê Adarê 2018an di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û komên çete yê girêdayî wî de bi dijwarî şer qewimîbû. Di vê berxwedana serdemê de bi dehan hevalên me bi ruhekî fedayî li dijî her cûre teknîkên pêşketî re û bi deh hezaran leşker û çeteyên dagirker re şerkirin û gihîştin şehadetê. Yek ji wan hevalê me Mahîr Cindirêsê li gundê Bedîna ya girêdayî navçeya Mabeta yê de di encama balafirên artêşa Tirk a dagirker de şehîd ketiye. Nasnameyê hevalê me wiha ye;

 

 

Nasnav: Mahîr Cindirêsê

Nav û Paşnav: Beşar Çilo

Navê Dayikê: Cîhan

Navê Bav: Ednan

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Mabeta / Gundê Bedîna / 3’ê Adarê 2018an

 

3. Piştî dagirkirina Efrînê ji alî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me li hember dagirkeran li her deverê Efrînê bi şêwazên çalakiyên cûrbecûr lidardixin. Yek ji wan çalakiyan a 22’ê Adarê li Çiyayê Hawarê li dijî baregehên artêşa dagirker hatibû lidarxistin de û bi dehan leşker û çeteyên wê hatibû kuştin. Her wiha baregeh û çeperên dijmin hatibûn rûxandin. Artêşa dagirker ku li bejahî nekarîbû bersiv bide hêzên me bi balafirên şer êrîş kirin û di encama lêdana balafirên şer de hevalekî me gihiştiye şehadetê. Nasnameyê hevalê me wiha ye;

 

 

Nasnav: Xeyrî Durmuş

Nav û Paşnav: Cemîl Fetka

Navê Dayikê: Asya

Navê Bav: Zekeriya

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 22’ê Adarê 2018an

 

Em her 3 rêhevalên me ku bi ruhekî fedayî li hember dagirkeran şer kirin û gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin heya ku dagirkerekî li ser vê axê bimîne emê têbikoşin û tekoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.

 

8’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG