Em 3 Rêhevalên Me Ku Li Efrînê Şehîd Ketine Bi Rêzdarî Bîbîr Tînin

  • 7 Tîrmeh 2018 | Şehîd

Ji Gelê Me û Rayagiştî Re!

 

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de çalakiyên hêzên me berdewam dike. Di vê çarçoveyê de;

 

Di dîroka 7’ê Tîrmehê 2018an de navçeya Raco ya girêdayî Efrînê di navbera tîmeke me û leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de pevçûnek qewimiye. Di vê pevçûnê de hejmareke zêde leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hat kuştin lê derheqê hejmara kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidest xistin. Di encama pevçûna ku qewimî de hevalên me Êrîş Amed, Hîvda Harun Barav û Serhildan Mêrdîn heya guleya xwe ya dawî bi ruhekî fedayî şerkirin û gihîştin şehadetê.

 

Di kesayeta her sê şehîdên me de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî û bi minet bibîr tînin. Ji bo pêkanîna armanc û xeyalên şehîdên me emê tekoşînekî bê eman bimeşînin, soza xwe careke din nû dikin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Êrîş Amed

Nav û Paşnav: Vedat Erol

Navê Dayikê: Sûveyla

Navê Bav: Yusif

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / 7’ê Tîrmehê 2018an

 

 

Nasnav: Hîvda Harun Barav

Nav û Paşnav: Hatîce Kaya

Navê Dayikê: Nesîme

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / 7’ê Tîrmehê 2018an

 

 

Nasnav: Serhildan Mêrdîn

Nav û Paşnav: Mehmed Sidik Ay

Navê Dayikê: Xezal

Navê Bav: Hisên

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / 7’ê Tîrmehê 2018an

 

27’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG