Em 2 Hevalên Me Ku Li Dêrezor û Reqayê Şehîd Ketine Bi Rêzdarî Bibîr Tînin

  • 4 Tîrmeh 2018 | Şehîd

Ji Gelê Me û Raya Giştî re!

 

Pêngava Bagera Cizîrê a di pêşengiya QSD’ê û bi tevlîbûna hêzên me yên YPG û YPJ a bi awayek aktîf li herêma Dêrezorê de bi hemû leza xwe berdewam dike. Di vê çarçoveyê de;

 

1. Di dîroka 17’ê Puşperê de bajaroka Dişîşa ku ji bo çeteyên DAİŞ’ê cîhek stratejîk bû hatibû rizgarkirin. Çeteyên DAİŞ’ê ji bo ku dîsa bajaroka Dişîşa bidest bixe û dagir bike bi hemû hêza xwe dest bi êrîşên xwe yên dijwar kiriye. Di dîroka 29’ê Puşperê de çeteyên DAİŞ’ê êrîşek dabû destpêkirin, li hember vê şervanên me  bi berxwedanî li hember çeteyan çalakiyek lidar xistine. Di encamên şerê ku qewimiye çeteyên DAİŞ’ê derbeyek giran xwariye û hêzên me vê êrîşê bertaraf kiriye. Di dema şerê ku qewimî de hevalek me berxwedaniyek bi heybet nişan daye û gihiştiye şehadetê. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Ferhad Til Koçer

Nav û Paşnav: Elî El Ehmed

Navê Dayikê: Dira

Navê Bav: Cedûh

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 29’ê Puşperê 2018an

 

2. Di dîroka 10’ê Gulana 2018’an de rêheval Rizgar Destan ku li bajarê Reqa de erkê xwe bicîh dianî di encama qezayekî de şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Rizgar Destan

Nav û Paşnav: Mehmet Aşrag

Navê Dayikê: Gurbet

Navê Bav: Sedîq

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 10’ê Gulanê 2018an

 

Em her dû hevalên xwe yên ku gihiştine şehadetê bi minnet bibîr tînin, bi girêdanbûna bîranînê wan re em soza gihandina tekoşîna wan a serkeftinê didin.

 

4’ê Tîrmehê 2018an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG