Em 17 hevrêyên xwe yên ku di pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd ketin, bibîr tînin

  • 1 Kanun 2018 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Şerê Tinekirina Terorê ya bi armanca kontrolkirina erdnîgariya dawî ya DAIŞ’ê a Hecînê, bi awayekî bê navber tê domandin. Hêzên YPG û YPJ yên ku ji destpêka şoreşa Rojava heya niha bi awayekî bê hempa di nav têkoşîna dij-teror de bûn, di vê pêngava dawî de jî bi erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî radibin û di bin baneya QSD’ê de rola xwe dilîzin. Heya niha di şer û pevçûnên ku li herêmê qewimîn de, li gel ku derbên pirr giran li çeteyan hat dayîn, rizgarkirina gelek sîvîlên ku di nav de hejmarek mezin jin û zarok jî hene pêkan bû ku ev jî yek ji armancên sereke yên pêngavê ye. Ligel vê, çeteyên DAIŞ’ê jî bi armanca domandina hebûna xwe ya li bakûrojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe êrîşî çeperên hêzên me dike. Di encama têkoşîna hêzên me yên dijwar, heya niha DAIŞ negihîştiye armanca xwe.

 

Yek ji van şerên giran di dîroka 24’ê mehê de di navbera hêzên me û çeteyan de, piştî hewldana çeteyan ya êrîşkirina ser çeperên hêzên me bi sûdwergirtina rewşa hewayê, qewimî. Di encama pevçûnên ku bi saetan ajotin û berxwedanek mezin hate raberkirin de êrîş hate şikandin, komên çete neçar man paşve bikişin. Di vî şerî de 17 rêhevalên me di encama berxwedaneke lehengane de şehîd ketin.

 

Gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, babeta bi hev re jiyîna gelan ya li Kurdistanê ku bi şoreşa Rojava re derket holê, bi awayeke pratîk di 7 salên çûyî raberî hemû dinê kirin. Gelên Kurd, Ereb, Aşûrî, Tirkmen û Siryan li ser hîma redkirina jiyana koledarî ne adil têkoşînek xurt meşandin û li hember hemû êrîşan sekneke berxwedêr hilberandin. Gel û pêkhateyên cûda yên herêmê, îspat kirin ku rêya vala derxistina her cûre êrîş, ji bi hev re di heman sengeran de berxwedanê re derbas dibe. Mînaka vê ya dawî jî şerê ku îro li Dêrezor tê dayîne ku ji pêkhateyê kes û ligel wan hevrêyên me yên Enternasyonalîst jî tê de cîhê xwe digirin. Gelên me yên Girêspî û Serêkaniyê ku bi salan bi zext û zordariya bi her rengî dîtin, tereddut nekirin ku keç û lawên xwe di vî şerê rûmetê de feda bikin. 17 rêhevalen me yên ku şehîd ketin jî bi zanebûn û hişmendiya azadî, herwiha bi ruhekî fedaîyane di vê pêngavê de bi erkên xwe rabûn û gihîştin şehadetê.

 

Di şexsê 17 hevalên xwe de, em hemû şehîdên ku di rêka azadkirina rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê de bûn cangorî, bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku em ê mîrateya berxwedêrî ya ku pakrewanan li pey xwe hişt bibin xwedî û têkoşîna wan bibin serkeftinê.

Nasnameyên pakrewanên me wiha ne;

 

 

Nasnav: Alan Genterî

Nav û Paşnav: Eshed Cerah

Navê Dayikê: Nof

Navê Bav: Xilêf

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Ararat Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Mihemed Xilêf

Navê Dayikê: Xêra

Navê Bav: Selîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Cîhad Silûk

Nav û Paşnav: Mihemed El Remen

Navê Dayikê: Xedice

Navê Bav: Xelef

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Demhat Silûk

Nav û Paşnav: Wa’il Feleh

Navê Dayikê: Siltana

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Egîd Heba

Nav û Paşnav: Telal Sebîl

Navê Dayikê: Mesîra

Navê Bav: Xemîxim

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Ferhad Sedî

Nav û Paşnav: Nayif Hemud

Navê Dayikê: Emşa

Navê Bav: Ebdulah

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Hazir Silûk

Nav û Paşnav: Mihemed El Xeşam

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Ferhan

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Kamîran Bedo

Nav û Paşnav: Mihemed Ugla

Navê Dayikê: Rebû’a

Navê Bav: Hemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Kînan Silûk

Nav û Paşnav: Usame El Rafeh

Navê Dayikê: Xazî

Navê Bav: Hemîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Lewend Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Yusuf El Se’ed

Navê Dayikê: Hilala

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Leys Zêdî

Nav û Paşnav: Mecid Mihemed

Navê Dayikê: Necah

Navê Bav: Xilêf

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Orhan Silûk

Nav û Paşnav: Fedî El Ayid

Navê Dayikê: Yazî

Navê Bav: Îd

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Qehreman Silûk

Nav û Paşnav: Nayif Siûd

Navê Dayikê: Enud

Navê Bav: Salim

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Qendîl Silûk

Nav û Paşnav: Mehmûd El Etiye

Navê Dayikê: Aliye

Navê Bav: Benawî

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Reşîd Silûk

Nav û Paşnav: Xelef El Lafî

Navê Dayikê: Îda

Navê Bav: Mûrşid

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Serdar Zêdî

Nav û Paşnav: Ibrahîm El Tel

Navê Dayikê: Debha

Navê Bav: Hemdan

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

 

Nasnav: Sîpan Ocelan

Nav û Paşnav: Ehmed Refa’an

Navê Dayikê: Zuleyfe

Navê Bav: Mixlif

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 1’ê Kanunê 2018