Em 12 hevrêyên xwe yên ku Berxwedana Serdemê de gihîştin şehadetê bibîr tînin

  • 13 Adar 2019 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Artêşa Tirk a dagirker hewl daye ku hemû destkeftiyên şoreşa Rojava ku gelên herêmê û di serî de gelê Kurd mil bi mil ava kirin, wêran bike. Artêşa dagirker a ku bi van politikayên kujer li herêmê dagirkeriya xwe berfireh kir û her tim di rewşeke êrîşkar ya mezin de sekinî, nexasim jî di sala 2018’an de hemû derfetên xwe seferber kir û bi rêya komên çete êriş bir ser Efrînê.

 

Li dijî van êrişan gelê me û şervanên me berxwedanek bê hempa nîşan dan. Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de hêzên me asteke têkoşeriya bilind bi dest xistin û di oxira jiyana xwe de hemû nirxên ku dijmim dixwest ji holê rake parastin.

 

12 hevrêyên me yên ku di serî de ji Rojava, ji hemû aliyên Kurdistanê hatin, di Berxwedana Serdemê ya ku di dîroka têkoşîna me de xwedî cihek taybet e de bûn xwedî sekneke li gor erkên demê. Di vî şerê ku tê de fedakarî, kedkarî û ruhê fedaî di lûtkeyêde bû de di eniya herî pêş de cîh girtin.

 

 

Nasnav: Agir Şevger

Nav û Paşnav: Efecan Yaman

Navê Dayikê: Haspîke

Navê Bav: Saîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Kefer Sefrê / 10’ê Adarê 2018

 

 

Nasnav: Azad Mêrdîn

Nav û Paşnav: Vedat Îdem

Navê Dayikê: Fikriye

Navê Bav: Macit

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / Gundê Şêxorzê / 25’ê Sibatê 2018

 

 

Nasnav: Ciwan Qîbar

Nav û Paşnav: Ciwan Reş

Navê Dayikê: Hemîde

Navê Bav: Seîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Gundê Qitmê / 4’ê Adarê 2018

 

 

Nasnav: Çeleng Yemin

Nav û Paşnav: Reşîd Reşo

Navê Dayikê: Cîhan

Navê Bav: Îbrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Hêkiçê / 20’ê Sibatê 2018

 

 

Nasnav: Çiyager Rêdar

Nav û Paşnav: Aslan Kanar

Navê Dayikê: Turkan

Navê Bav: Ramazan

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 15’ê Adarê 2018

 

 

Nasnav: Dilxwaz Çiyager

Nav û Paşnav: Serhed Ûzer

Navê Dayikê: Avniye

Navê Bav: Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / 5’ê Adarê 2018

 

 

Nasnav: Fedakar Botan

Nav û Paşnav: Egîd Ozbey

Navê Dayikê: Gûlûndan

Navê Bav: Şakir

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Edema / 22’ê Çileya 2018

 

 

Nasnav: Rojhat Heleb

Nav û Paşnav: Mihemed Dawid

Navê Dayikê: Fîkret

Navê Bav: Selah

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Qasim / 5’ê Adarê 2018

 

 

Nasnav: Tekoşîn Azad

Nav û Paşnav: Nurşan Mihemed

Navê Dayikê: Awaş

Navê Bav: Nurî

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / Gundê Xirabê Şera / 4’ê Adarê 2018

 

 

Nasnav: Tolhildan Agirî

Nav û Paşnav: Dogukan Kaya

Navê Dayikê: Gûlcan

Navê Bav: Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 25’ê Çileya 2018

 

 

Nasnav: Tolhildan Şîno

Nav û Paşnav: Resul Mamelî

Navê Dayikê: Zara

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Şîno / Rojhilatê Kurdistan

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / 7’ê Adarê 2018

 

 

Nasnav: Welat Can

Nav û Paşnav: Mihemed Qasim

Navê Dayikê: Elîf

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / Gundê Çema / 3’ê Adarê 2018

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Adarê 2019

Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021