Em 11 rêhevalên xwe yên di sala 2015'an de li Sêrêkaniyê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin

  • 2 Nîsan 2019 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Welatê Kurdistanê ku di hemû demê dîrokê de ku hertim şer berdewam kiriye û berê hêzên dagirker liwir bûye. Hêzên qirker ku dixwestin bibin xwedî mal û milkên Kurdistanê û hertim li hemberê welatê me dinav êrîşan de ne di aliyê din de jî armanca wan a herî mezin bi polîtîkayên xwe a tunekirinê ve gelê Kurdistanê ji qirkirinê re derbas bikin. Lê belê li hember van êrîşên dijmin a qirkirinê gelê me hertim dinav têkoşînê de bûye. Gelê Kurdistanê jiyana herî bê rûmetî kû ji bo wan layik hatiye dîtin, bi awayek tûj red kiriye û vînên xwe yên azadiyê hertim parastine.

 

Hêviyê rizgariya gelekî, hertim zarokên xwe yên ku bi welatê xwe û gelê xwe re girêdayî a ji nav wan derketine ye. Gelê me yên Rojava jî bi rêbertiya fikrê azadiyê ku di van axan de mezin bûye xwe rêxistin kirine û îro jî şoreşek herî mezin di dîroka cîhanê de, şoreşa Rojava pêk anîne. Bivê ve ev şoreş bûye şoreşekî bi dayîna nirxên mezin û bidestxistina nirxên mezin. Bê gûman avakerên vê şoreşê jî ew şehîdên ku li hember dijminê hov û qirker şer kirine û şûna jiyana bêrûmet mirineki birûmet ji xwe re hilbijartine û gelê me yên ku bi kedên xwe yên mezin ligel şervanên xwe bûne ye.   

 

Yek ji van berxwedanan jî di sala 2015'an de li bajarê me yê Serêkaniyê û gûndên derdora wê de di pêvajoya herî hov a çeteyên DAIŞ'ê de hatiye dayîn. Di nav vê berxwedanê de bi dehan gelê me yê Bakurê Kurdistanê ku bi rihê seferberiyê tevlî şoreşa Rojava bûne û di eniyên cûda de şehîd ketine. Bi vê rihê seferberiyê rêhevalên me Agir, Devrim, Enter, Êrîş, Kendal, Ozlem, Rûstem, Şoreş, Viyan, Welat û Yaşar jî parêzvaniya vê şoreşê kirine û di çeperên Serêkaniyê de şehîd ketine.

 

Em hemû şehîdên xwe yên qehreman ku serkeftina mezin bi binxistina DAIŞ'ê diyarî me kirine bi rêzdarî bibîr tînin. Emê wan nirxên ku şehîdên me bi canê xwe ve ava kirine heya dawî biparêzin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.

 

Nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine wiha ye;

 

 

Nasnav: Agir Cegerxwîn

Nav û Paşnav: Sînan Başboga

Navê Dayik: Turkan

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Mêrdîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015

 

 

Nasnav: Devrîm Tilora Gever

Nav û Paşnav: Semîh Derînsu

Navê Dayik: Nuriye

Navê Bav: Velî

Cihê Ji Dayikbûnê: Colemêrg

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015

 

 

Nasnav: Enter Ciwan

Nav û Paşnav: Musa Barak

Navê Dayik: Naîme

Navê Bav: Abdullah

Cihê Ji Dayikbûnê: Mersîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Til Hilo / 16’ê Adarê 2015

 

 

Nasnav: Êrîş Torî

Nav û Paşnav: Muammer Şîmşek

Navê Dayik: Selîme

Navê Bav: Mehmet

Cihê Ji Dayikbûnê: Êlih

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Til Hilo / 10’ê Adarê 2015

 

 

Nasnav: Kendal Başkale

Nav û Paşnav: Hemze Durmuş

Navê Dayik: Încî

Navê Bav: Kazim

Cihê Ji Dayikbûnê: Wan

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015

 

 

Nasnav: Ozlem Gever

Nav û Paşnav: Cevahîr Aydogan

Navê Dayik: Rîhan

Navê Bav: Yusuf

Cihê Ji Dayikbûnê: Colemêrg

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015

 

 

Nasnav: Rustem Farqîn

Nav û Paşnav: Fatîh Korkmaz

Navê Dayik: Songul

Navê Bav: Şaban

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015

 

 

Nasnav: Şoreş Agirî

Nav û Paşnav: Tanju Kaya

Navê Dayik: Sultan

Navê Bav: Fesîh

Cihê Ji Dayikbûnê: Agirî

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 10’ê Adarê 2015

 

 

Nasnav: Viyan Avareş

Nav û Paşnav: Merve Fatma Şeref

Navê Dayik: Yasmîn

Navê Bav: Nazim

Cihê Ji Dayikbûnê: Nevşehîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015

 

 

Nasnav: Welat Farqîn

Nav û Paşnav: Îhsan Eryilmaz

Navê Dayik: Maşallah

Navê Bav: Mehmet

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015

 

 

Nasnav: Yaşar Berfîn

Nav û Paşnav: Mehmet Şerîf Aşkan

Navê Dayik: Hediye

Navê Bav: Mehmet

Cihê Ji Dayikbûnê: Mêrdîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 2’ê Nîsanê 2019