Em 10 salîya Şoreşa Rojava ji mirovahîyê re pîroz dikin

  • Fermandarîya Giştî a YPG | 19ê Tîrmehê 2022 | Daxuyanî

Ji Gelê me û rayagiştî re!

Di salvegera 10’emîn de em Şoreşa Azadîyê a 19ê Tîrmehê Dİ serî de li Rêber APO, li şehîdên xwe, li gelên xwe yên herêmê, li şervanê xwe û li tevahî mirovahîyê pîroz dikin. Şoreşa Azadîyê a Rojava li ser hîmên paradigmaya Rêber APO û bi kedên bi hezaran şehîdan û dildarên wê 10 salê xwe bi gelek dersên dîrok dihewîne temam kir. Ti şoreşan de nehat dîtin ku wek şoreşa Rojava di 10 salên xwe yên destpêkê de ewqas bi zor û zehmetîyê ra rûbirû bimîne. Ji ber vê yekê şoreşa me ji vê hêlê de mînakeke yekane ye. Her çi qas kêm û kurtasîyên xwe di pratîkê de hebin jî li hember her cûre êrîşên dijber ra li ber xwe da û paradîgmaya azadîyê di her qadê de jîyanî kir.

Şoreşa Rojava ji texmînan wêdetir xwe gihand mirovatîyê û bi qarakterê xwe yê enternasyonalîst di salê xwe yên destpêkê de ev pêk hat û qezenç kir. Bi taybet şerê me yê li dijî DAIŞê ku bi berxwedana Kobanê gihişt lûtkeyê, çar alîyên cîhanê bandor kir û ji her welatên cîhanê bi sedan ciwanên azadîxwaz û têkoşer tevlî nav refên YPG û YPJ bûn. Bêgûman ne tene alîyê leşkeri ve bi bandor bûn, di esas de modernîteya kapîtalîst a ku civakan û bi taybet ciwanan ji hev parçe dike û belav dike dîtin ku rêya çareserîyê û ketina rêya herî rast di nav şoreşa Rojava de cîh girtinê ye. Ji wan bi dehan enternasyonalîstan di demen cûda de di şerê me yê li dijî dagirkeran de şehîd ketin. Em wan şehîdên xwe bi vê wesîleyê ve cardin bi bîr tînin.

Bêguman Şoreşa Rojava bi jina azad ve tê nasîn. Ji xwe Rêber APO got “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.” Ji ber ku jin di her qadên jîyanê de hertim bi hişmendîya serdest a zilam de paş hatin hiştin û rengê wan ne dîyar bû. Bi fikr û felsefeya Rêber APO xwe pêçandin û bûn pêşengê Şoreşa Rojava. Di her qadên jîyanê de û leşkerîyê de rengê xwe dîyarkirin. Bi avakirina hêza jinê a leşkeri û avakirina pergala demokratik a Rêveberîya Xweser de rola esasî girtin li ser milên xwe. Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser xeta ekolojik, demokratik û azadîya jinê de perwerde kirin. Gelek pirsgirêkên civakî ku hîn di rojeva cihanê de ne û negihîştinê encamekê, bi Şoreşa Rojava ve bi pêşengtiya jinan, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê van pirsgirêkan hatine çareserkirin û ev yek jî ji bo hemû cihanê bûye alternatîfek.

Rûxmî van pêşketinên 10 salên zor û zehmetîyên a Şoreşa Rojava li pêşeroja me hîn gelek pirsgirêkên ku bên çareser kirin hene. Ji destpêka şoreşa me ve destkeftîyên me bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker û hêzên ku naxwazin li herêmê me jîyaneke aram bê avakirin. Gelên herêmê ku ji Kurd, Ereb, Sûryan, Aşûr, Ermen, Tirkmen û ji gelek bawerîyan pêk tê ji bo ku deskeftîyên xwe û pergala demokratik a gelan avakiriye biparêzin û herêmên ku di bin dagirkerîya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ne rizgar bikin, di nav berxwedanek bêhempa de ne. Em li vir careke din dubare dikin ku, soza serkeftina azadîyê ku me daye gelên xwe emê teqez pêk bînin û hêvîya mirovahîyê ji Şoreşa Rojava mayînde bikin.

Em careke din 10 salîya Şoreşa Rojava li tevahî mirovahîyê pîroz dikin. Em bi vê hêvî û bawerîyê ne ku, bi têkoşîna me ya bi salane ku di pêş me de ye, em bi gelên xwe ve hîn gelek serkeftinan pîroz bikin û destkeftiyên xwe mezin bikin.

Fermandarîya Giştî a YPG | 19ê Tîrmehê 2022