Em Şehîd Koçer Kobanê bi rêzdarî bibîr tînin

  • 23 Gulan 2018 | Şehîd

Di dîroka 31’ê Adarê 2018an de li herêma gundê Zixeyr ya Rojavayê Dêrezorê di dema ku rêhevalê me Koçer Kobanê li ser erka xwe bû, di encama qezeya maşîneyê de ji serê xwe û pişta xwe bi giranî birîndar bû. Rêheval Koçer heya 19’ê Gulana 2018an li nexweşxaneya Ş. Sarya a bajarê Hesekê de di bin venêrîna doxtoran de ma. Di 19’ê Gulana 2018an de di encama birîndariya xwe şehîd bû.

 

Em serî de sersaxiyê ji malbata şehîd Koçer û tevahî gelê me re dixwazin. Em di şexsê şehîd Koçer de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin û soza ku me daye şehîdan careke din nû dikin.

 

Nasnameyê şehîdê me wiha ye:

 

 

Nasnav: Koçer Kobanê

Nav û Paşnav: Ebdilhenan El Osman

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Reşîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 19 Gulan 2018

 

Navenda Ragihandina YPG | 23 Gulan 2018