Em Şehîd Ferhad Goyî bi rêzdarî bibîr tînin

  • 14 Adar 2018 | Daxuyanî

Berxwedana Serdemê 53 roj ji qehremantî û tekoşînek bê hempa di bajarê Zeytûnan de li pey xwe hişt. Hemû şervan û gel ji bo ku ax, rûmet û çanda xwe ji dagirkeran biparêzin ketin nava serferberiyê de. Efrîn bûye qibleya ku ciwanên Kurd û dostên Kurdan ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat  berê xwe didin wir, ji bo ku xwedî li pîroztiya axa ku pakrewanan xwe ji bo wê kirine mertal û bi xwîna xwe avdane, derkevin.

 

Ferhat Goyî yek ji ciwanên Kurd ên welatparêz yê gelê berxwedêr ji Maxmûrê ye. Wijdana wî êrîşên li ser Efrînê qebûl nekir û ji yekemîn ciwanên ku berê xwe dane Efrînê ye. Bi wê rihê xwe yê ciwan, fedekar, sekna wî yê di jiyanê de ku ji êşa gelê xwe yê Maxmûrê dîtiye, ji bo ku carek din ev êş li gelê Efrînê neyê dubarekirin, berê xwe da Berxwedana Serdemê ya Efrînê.

 

Rêheval Ferhad di êrîşên hovane yê dewleta Tirk a dagirker ku li navçeya Raco rûda ye bi cesaret, wêrektî û bê ku dudilî jiyan bike bi ser dijmin de çû û heya kêliya dawiyê şerê qirkeran kir û bi wê rihê xwe yê pêşeng gihîşt asta şehadetê. Em weke Fermandariya YPG'ê ya Efrînê soza şopandina riya Rêheval Ferhad û hemû şehîdên şoreşê didin û sersaxiyê serî da ji malbata Rêheval Ferhad, ji gelê Maxmurê û hemû gelê Kurd re dixwazin. 

 

Fermandariya YPG ya Efrînê | 14 Adar 2018