Em Êrîşa Li Dijî Gelê Suweyda Şermezar Dikin
- 4 Tebax 2018 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
Di êrîşa DAIŞê ya li dijî gelê Suwêyda ya 25’ê Tîrmehê de zêdetirî 250 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes brîndar bûn. Herwiha bi sedan kes ku piraniya wan jin in ji alî DAIŞ ve hatin revandin. Ev komkujiya ku êrîşên întîxarî yên li pey hev û gulebarana bêserûber pêk hat, ji alî me ve bi xemgîniyeke mezin hat dîtin.
Ev êrîş rûyê rast yê DAIŞ’ê careke din raxist holê û pêwîstiya tunekirina vê koma terorî bi awayekî vekirî derxist holê. DAIŞ hîn jî weke tehdîdeke li hember gelê Sûriyê û hemû Rojhilata Navîn hebûna xwe didomîne. Weke Yekîneyên Parastina Gel, hewldanên me yên domandina têkoşîna li hember DAIŞ wê ji her demê bêhtir bidome. Weke hêzên parastinê YPG-YPJ, şerê me wê li her dera ku terora DAIŞ’ê ketiye de wê bidome. Em biryardariya xwe ya parastina gelên Sûriyê ku gelê Durzî jî di nav de careke din diyar dikin û dibêjin ger pêwîstî hebe wê Yekîneyên Parastina Gel li her derê ji bo parastina gel amade be. Ev êrîş di nêrîna me de bi qasî êrîşeke li ser Cizîr û Kobanê giran û biêş e.
Em ji gelê Durzî re sersaxiyê dixwazin, kesên ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin.
Fermandariya Giştî ya YPG | 4 Tebax 2018

Em 8 rêhevalên xwe yên di dîrokên cuda de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Hêzên me êrîş bi ser tu baregehên Pêşmerge de nebirine û em rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin.
Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel | 17ê Kanûnê 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020
