Emê têkoşîna xwe bi rihê Karker bilind bikin

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê 18ê Adar 2020 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!


Dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên dagirkirinê û qirkirinê li hember destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistan û bakurê Suriyê yên ku bi berdelên mezin hatine bidestxistin didomîne. Bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê, polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê li ser herêmê gihand asta herî dijwar. Di pêşengtiya hêzên me yên parastinê YPG-YPJ û QSDê, gelê me li hember êrîşên dagirkeriyê berxwedanek mezin raber kirin. Yên ku vê berxwedana dîrokî gihandin lûtkeyê şehîdên me yên nemir bûn. Yek ji kesên ku bi têkoşin û keda xwe pêşengiya berxwedana bêhempa kir Fermandarê mezin hevrê Karker Êrîş bû. Fermandarê mezin Karker Êrîş li hember dagirkeriyê, wekî Avesta, Rizgar, Rosiyar, Îlan, Artêş û gelek şehîdên din, li berxweda, pêşengî kir û bû yek ji rêwiyên karwana şehîdan. Em di duyemîn salvegera şehadeta wî de, Fermandarê mezin Karker Êrîş bibîr tînin. Herwiha em destnîşan dikin ku emê bi rihê Fermandar Karker Êrîş berxwedana li hember dagirkeriyê û faşizmê bigihînin lûtkeyê û têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bê rawestan bidomînin. Bi vê sedemê em di serî de şehîd Karker, hemû şehîdên xwe yên ku di vê têkoşînê de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin, soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan yên Kurdistana Azad dubare dikin.


Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê
18ê Adar 2020

Em rêhevalê xwe Tolhildan Xwînrej bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 1ê Nîsanê 2020

Emê têkoşîna xwe bi rihê Karker bilind bikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê 18ê Adar 2020

Em du şehîdên xwe yên berxwedana serdemê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 12 Adar 2020

Operasyonên taybet yên hêzên me derbên giran li çeteyan da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Îlonê 2019

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4 Îlon 2019

Berpirsê aboriya şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hate girtin

Navenda Ragihandina YPG | 2’ê Îlonê 2019

Şaneya di amadekariya êrîşê de hate bê bandorkirin

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG | 12 Tebax 2019

Li Şedadê li hember şaneyên DAIŞê operasyonek berfireh

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 6 Tebax 2019