Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

  • Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023 | Daxuyanî

Ji gelê me û raya giştî re

Em salvegera şehadeta Fermandarê cengên giran, rêheval Karker Êrîş ku di 18’ê Adara 2018’an de tevlê karwanên nemiran bûbû, pêşwazî dikin. Fermandar Karker yek ji pêşengên Şoreşa Rojava û fermandarê Berxwedana Serdemê ya bajarê Efrînê bû. Bi boneya şehadeta fermandar Karker, em tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya şopandina rêya wan nû dikin.

Gelê Kurd ev sed sale di bin zext û zordariya çar dewletan de ye û ji wan bi taybet dewleta Tirk a dagirker dijminekî sondxwarî yê gelê me ye. Ji bo ji holê rakirina hebûna gelê Kurd, tiştekî ku nekir nema. Ji qirkirina fîzîkî bigre heya bi qirkirina çandî, siyasî û psîkolojîk, bi rê û rêbazên herî hovane êrîşî rastiya gelekî ku li hebûn û azadiya xwe digere, kir. Lê li hember van hemû zext û êrîşên qirkirinê gelê Kurd li ser felsefeya Rêber APO bi keç û xortên xwe yên egîd re tekoşîneke bê eman dan meşandin. Ev tekoşîn, tekoşîna hebûn û azadiyê ye.

Bêguman di vê meşa giranbiha a têkoşîna me ya azadiyê de gelek leheng derketin, her yek ji van lehengan ji bo gelê xwe bûn sembol û mohra xwe li dîrokê dan. Ji xwe nîşaneya civakeke azad jî derketina kesayetên ku xwe fedayê civaka xwe kirine. Fermandarê cengên giran, rêheval Karker,  yek ji wan lehengane ku ji nav rastiya gelê xwe yê şerker û azadîxwaz derketiye. Ji wê ye ku heya hênaseya xwe ya dawî bê teredut, bê ku yek gav paşde bavêje, canê xwe li hember hêzên dagirker kire mertal. Bi vê helwesta xwe ya dilwêrek, ji dost û dijminê xwe re sekna rasteqîn a milîtanên Rêber APO nîşan da. Ji ber wê ye ku dema qala Berxwedana Serdemê ya Efrînê tê kirin, yekser rêheval Karker tê bîra me. Tevahî gelê Efrînê heya roja îro jî qala milîtanî û lehengiya fermandar Karker Êrîş dikin.

Rêheval Karker wek fermandarekî YPG yê dilsoz, bi bîr û baweriyeke mezin li hemberî duyemîn artêşa NATO, heta li hemberî teknîka giran a NATO bi xwe mil bi mil li gel şervanên xwe şer kir. Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete û bi desteka mezin a NATO’yê êrîşê bajarê Efrînê kir. Di wateya rasteqîn de şervanên me yên YPG’ê bi pêşengiya Fermandar Karker û Fermandar Rosyar de mohra xwe li destana Serdemê dan. Bi vê lehengiya xwe gelê me yê Efrînê ji êrîşên qirkirinê parastin, erk û berpirsiyartiya xwe ya şoreşgerî bi cih anîn. Di vê wateyê de fermandar karker bû mînaka xeta serketinê ya serdema nû.

Bêguman şehîdên me nirxên pîroz ên gelê me ne û xetên stûn ên şoreşê ne. Wek fermandariya giştî ya YPG’ê, em di şexsê rêhevalê xwe fermandar Karker de tevahî şehîdên berxwedana Serdemê û giştî şehîdên şoreşê bibîr tînin û em soz didin gelê xwe ku emê bi ruhê fermandar Karker, Rosyar, Avesta, Barîn û Îlan’an, di serî de Efrîn, tevahî herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin.  Emê di vê sedsala 21. de azadiya gelê xwe misoger bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

 

 

 

Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Dilxwaz û Hisên bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 10’ê Kanuna 2022