Duyemîn Salvegera Rizgarkirina Kobanê Li Gelê Kurd Û Berxwedêr Pîroz Be

  • 26 Çile 2017 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Bi boneya duyemîn salvegera rizgarkirina Kobanê, kela berxwedanê û qehremaniyê, em şehîdên xwe yên ku li dijî terorê şehîd bûn û serkeftinên dîrokî bidest xistin, bibîr tînin. Em vê rojê li tevahî gelê xwe yê Kurdistanê, Sûriyê û hemû azadîxwazên cîhanê pîroz dikin. Serkeftina ku li Kobanê pêk hat, serkeftina hemû azadîxwazên cîhanê ye.

 

Kobanê rastî êrîşên hovane yên tunekirinê hat. Armanca van êrîşan, têkbirina berxwedana gelê me û derbekirina destkeftiyên şoreşa 19 ê tîrmehê, her wiha şikandina vîna gelê me yê berxwedêr, pêk hat. Gelek hêzên navedewletî û herêmî (dijminên demokrasiyê) di şerê Kobanê de bi awayekî yekser an, ne yekser piştgiriya komên terorîst dikirin. Armanca wan a sereke tunekirina berxwedana gelê Kurd bû.

 

Berxwedana ku hêzên YPG/YPJ ê li Kobanê nîşan dan, bala hemû hêzên demokratîk ên cîhanê kişand ser xwe û hişt ku ku destek bidin vê berxwedanê. Li Kobanê, DAIŞ′ê ku wekî hêzeke ku têk naçe dihat binavkirin, têk çû.

 

Kobanê serkeftina hemû parçeyên Kurdistanê bû. Di xaka wê de xwîna ciwanên ji hemû parçeyên Kurdistanê tevlî hev bûye. Gelê Kurdistanê û hêzên (Gêrîla û Pêşmergeyan) di Kobanê piştgiriya berxwedanê kirin.

 

Serkeftina Kobanê bû serkeftina hêzên demokratîk û gelên azdîxwaz ên li hemû cîhanê. Gelên cîhanê jî piştgiriya berxwedana Kobanê kirin, zext li hêzên cîhanî kirin ku destek bidin vê berxwedanê. Hevpeymana Navdewletî jî piştgiriya ezmanî da berxwedêran û li dijî terorîstan êrîş pêk anî.

 

Di berxwendana Kobanê de çeteyan ji aliyên siyasî, leşkerî û pskolojî derbeyên giran xwarin. Serkeftina Kobanê bû serkeftina şehîdan û tevahî gelê kurd ê berxwedêr. Her wiha bû pêngaveke dîrokî ya şerê li dijî terorê.

 

Di salvegera rizgarkirina Kobanê de, em careke din vê rojê li hemû şehîdan, malbatên wan û hemû şervanên me yên qehreman, her wiha li gelê me yê bi rumet û hemû hêzên xêrwaz pîrozdikin.

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

26 Çile 2017