Du rêhevalên me yên ku li herêma Hecîn gihîştin şehadetê, mînakên fedakariyê ne
- 28 Cotmeh 2018 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!
Pêngava bidawîkirina terorîzmê li herêma Hecîn a ser bi Dêrezorê bi hemû dijwariya xwe didome. Pêngava ku tê wateya bidawîkirina zexta DAIŞ ya li ser xaka Sûriyê, him di warê stratejîk û him jî hêla leşkerî de bi destkeftiyên girîng berdewam e. Şervanên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor, bi pêşengtiya hêzên YPG û YPJ’ê pêşdeçûnên xwe li herêmê didomînin.
Di demên dawî de, çeteyên DAIŞ’ê, bi sûdwergirtina rewşa hewayî ya xirab û bahozan hewl didin êrîşan li dijî çeperên şervanên QSD’ê lidar bixin. Di encama vê de di demên dawî de herêma Hecîn bû cîhê pevçûnên giran. Di dîroka 27’ê meha Cotmeh’ê de, li gundê Heql Omer, du rêhevalên me di dema ku bi erka xwe ya parastinê radibûn di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê şehîd ketin.
Rêheval Argeş Girav ê ku di sala 2014’an de tevlî nav refên YPG’ê bû, ji pêvajoya Berxwedana Kobanê heya pêngava bidawîkirina terorîzmê ya li Dêrezor tevlî hemû pêngavên li dijî DAIŞ’ê bû. Heval Argêş di van pêngavan de di eniyên pêş de cîhê xwe girt û bû xwedî tevlîbûnek mînak. Herî dawî di pêngava Hecînê de di asta fermandariyê de cîhê xwe girt. Heval Zinar Çiya ku di destpêka pêngavê de di asta fermandariyê de erk girt ser milên xwe û têkoşiya, bi rêheval Argêş re di heman pevçûnê de şehîd ket.
Em weke YPG û YPJ, di şexsê her dû rêhevalên xwe de hemû şehîdên ku di têkoşîna li dijî terorîzmê û parastina şoreşa Rojavayê Kurdistanê de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku emê xeyalên şehîdên xwe yên ku ji Kobanê destpê kir, li Dêrezorê bigihînin serkeftinê.
Agahiyên nasnameyên şehîdên me wiha ne;
Nasnav: Argeş Girav
Nav û Paşnav: Servet Kansu
Navê Dayik: Meryem
Navê Bav: Kerem
Cihê Ji Dayikbûnê: Colemêrg
Cih û Dîroka Şehadetê: 27 Cotneh 2018 – Dêrezor, Heql Omer
Nasnav: Zinar Çiya
Nav û Paşnav: Erdal Özdemîr
Navê Dayik: Medîne
Navê Bav: Mistefa
Cihê Ji Dayikbûnê: Colemêrg
Cih û Dîroka Şehadetê: 27 Cotmeh 2018 – Dêrezor, Heql Omer
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 28 Cotmeh 2018

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
