Di qonaxa sêyemîn de herêmek bi firehiya hezar û 640 km2 hat rizgarkirin

  • 26 Adar 2017 | Daxuyanî

Hêzên me beşek din a girîng ji aracancên xwe yên pêkanîna rizgarkirina bajarê Reqqa û gundên wê ya ji terora DAIŞʹê pêk anî û di çarçoveya Pêngava Sêyemîn a Rizvarkirina Reqaayê ji 2 baskan pêş ve çû. Hêzên me ji Baskê Bîr El-Hiba 540 Km2 ji heêmên rojhilatê bajarê Reqqa ji çeteyan rizgar kirin, di nava vê herêmê de bajaroka Kerama ya Stratejîk ku çeteyan werkî bargeheke sereke bikar tanîn hebû.

Hêzên me li baskê Ebû Xeşeb jî herêmek bi firehiya hezar û 100 km2 ji çeteyan rizgar kirin. Bi vê yekê firehiya tevahiya herêmên rizgrakirî bû hezar û 640 Km2, di vê herêmê de bi dehan gund û mezre hene. Li herêma rizgarkirî bi hezaran welatiyên sivîl hatin rizgarkirin, hêzên me welatiyên ji çeteyan hatin rizgarkirin, veguhezîn herêmên bi ewle. Ekîbên hêzên me yên pspor jî gundên hatine rizgarkirin ji mayînan paqij kirin û riya vegera welatiyan a gundan hêsan kir.

Pêşwaziya gerim a gel

Em berxwedana Fermandar û şervanên me yên ku evsaneyên berxwedanê nivîsandin û komên çete yên DAIŞʹê têk bikin, êrîşên wan ên li pey hev şikandin silav dikin. Di heman demê de em spasiya gelê herêmê ku bi germahî pêşwaziya şervanên me kirin û di çalakiyên wan ên li dijî çeteyan alîkar bûn, dikin.

Piraniya gundên rojhilatî Reqqayê hatin rizgarkirin

Bi dawîkirina çalakiyên leşker em radighînin ku hêzên me piraniya herêmên rojhilatê Reqqa bi beşarbûna hêzên YPG, YPJ, Meclîsa Dêra Zorê ya Leşkerî  û hêzên Nuxbe ku di bin sîwana QSDʹê de cih digirin û bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞʹê û beşdarbûna komên pspor û şêwirmendan pêk anî.

Dê rêveberiya herêmê radestî meclîsa sivîl were kirin

Em careke din tekez dikin ku dê rêveberiya herêmên di parêzgehê de hatine rizgarkirin radestî Meclîsa Sivîl a Reqqayê û gundê û hêzên ewlekariya navxweyî ya girêdayî wê were kirin.  Hêzên me QSDʹê dê jî dê bi awayekî çalak parstina herêmê bike bike û sivîlan ji êrîşên komên terorist ên DAIŞʹê bike. Em Mizgînê didin gelê xwe yê Reqqayê ku dema şerê rizgarkirina bajarê wan ji çeteyan nêzîk bû ye.

Pîlançoya şer:

Encama çalakiyên me yên pêngavê:

  • Erebeyeke Doçka hate ruxandin
  • Pênc erebeyên leşkerî
  • 12 erebeyên bombebarkirî
  • Çar motorsklêt
  • Çekên Katyûşa 2
  • Fûzayek germahiyê
  • Depoya cebilxaneyê ya çeteyan hate topbarankirin

Di şer de 272 çete hatin kuştin, ji van cenazeyê 67 çeteyan ketin destê şervanên me. Her wiha miqdarek çek û cebilxane ketin destê şervanê me. Cihekî dermanan û çêkirina madeyên teqemeniyê yên çeteyan hate dîtin.

Di vê pêngavê de heta niha 14 şervanên me (QSD) yên di şerê li dijî çeteyan fedekariyek mezin kirin, şehîd bûn.

Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê| 26 Adar 2017