Di pêngava duyemîn a Xezeba Firatê de 2 hezar û 480 km2 hat rizgarkirin

  • 16 Çile 2017 | Daxuyanî

 

Qonaxa duyemîn a Hemleya rizgarkirina Reqqa ya di 10ê kanûna 2016ʹan de li ser banga şêniyên parêzgeha Reqqayê hate destpêkirin, didome. Hemle, bi biryara Meclîsa Leşkerî ya Hêzên QSDʹê bi armanca têkbirina terora DAIŞʹê hate destpêkirin.

 

Di encama qonaxa duyemîn de ev destkeftî hatin bidestxistin:

1- Erda bi firehbûna 2 hezar û 480 km2 ku di nava de 197 gund û bi dehan gundik û girên stratejîk, her wiha Keleha Ceber a dîrokî de jî hebûn hatin rizgarkirin. Bi vê yekê firehbûna zemîna ku ji destpêka hemleya rizgarkirina Reqqa û heta niha hatine rizgarkirin bi giştî bû 3 hezar û 200km2. Di vê qadê de 236 gund û bi dehan gundik û gir hene. Bi vî awayî bajarê Reqa ji aliyê rojava û bakur ve ketiye çemberê.

 

2- 260 terorist hatin kuştin, ji van cenazeyê 115 çeteyan ketin destê hêzên me. 18 terorist bi saxî ketin destê şervanên me. Gelek çek û cebilxane, her wiha tirmpêlên leşkerî û topên çeteyan hatin destêserkirin. 40 tirmpêlên bombebarkirî hate sekinanin ji wan beşek mezin beriya bigihêjin armanca xwe hatin rûxanin. Hin tirmpêl ji wan jî hatin destêserkirin.

 

3- Bi deh hezaran welatiyên sivîl ên ji gundên rojavayê Reqqa hatin rizgarkirin û piştî gundên wan hatin paqijkirin vegeriyan gundên xwe û alîkarî ji wan re hate pêşkêşkirin.

 

4- Ji destpêka çalakiyên leşkerî ve derdora 2 hezar û 500 şervan ji şêniyên herêmê tevlî hêzên me bûn. Şervanên ji herêmê ku nû tevlî bûn, bi alîkariya Hevpeymana Navdewletî hatin perwerdekirin û hatin bi çek kirin.

 

5- 42 şervanên me ji wan 3 şervanên dilxwazên biyanî yên ji Birîtaniya, Kenada û Amarîka ku bi dildarî tevlî hemleya Xezeba Firatê  bibûn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 3 şervanên ji endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ên ku xwîna wan tevlî xwîna hevalên wan ên çekê ji şervanên Ereb û Kurd bûne.

 

Em wekî Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di dema ku em spasiya gelê xwe yê birêz şêniyên herêmê rizgarkirî yên gundên Reqqa ku pêşwaziya şervanên me kirin û di xetên herî pêş de alîkariya wan kirin dikin. Em soz didin wan ku em ê soza xwe ya parastinê ku me bi wan re daye dubare dikin. Buhayê parastina wan çibe bela bibe em ê tu carî paş de venegerin.

 

Banga me ji şêniyên herêmê re ewê ku xwe di herêmên xwe rêxistin bikin, meclîsên xwe ava bikin û rêveberiya xwe saz bikin û bi hemû hêza xwe tevlî hêzên QSDʹê bibin da ku tevahiya xaka parêzgeha wan were rizgarkirin.

 

Di heman demê de em spasiya Hevpeymana Navdewetlî û koma pisporên leşkerî yên girêdayî wan ku bi hêzên me re di qadên şer de ne û piştgiriya leşkerî didin hêzên me dikin.

 

Em spasiya Desteyê Rêveberiya Xweser a Kobanê bi hemû saziyên wê yên ewlekariyê, tenduristiyê û xizmetgozariyê dikin ku alîkariya şêniyên herêmên rizgarkirî kirin.

 

Hêzên me ji destpêka hemleya rizgarkirina Reqqa û gundên wê gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin. Em tekez dikin ku hêzên me di şerê teroristên DAIŞʹê de berdewam in. Dê serkeftinên din heta rizgarkirina Reqqa bidest bixe û dê terorê ji tevahiya xaka Sûriyê têk bibe.

 

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)

16 Çile 2017