Di meha Îlonê de çalakiyên ku hatin lidarxistin de 74 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wan hatine kuştin

  • 2 Cotmeh 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Dewleta Tirk a dagirker ku di her firsendê de li hember hebûna Sûriye ya demoqratik û Rojavayê Kurdistanê êrîşên xwe zêdetir kiriye, bi çeteyên girêdayê xwe re li Efrînê liser gelê me kiryarên xwe yên faşîzane didin berdewamkirin. Dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze bi gûhertina demografiya Efrînê dagirkeriya xwe mayînde bike û armanc dike ku liwir yekane bike. Faaliyetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê di meha Îlonê de hêj zêdetir berdewam kiriye. Dewleta Tirk a dagirker ku li hember gelê me yê herêmê, revandin, fidye xwestin û îşkence kirin re hemû êrîşên xwe berdewam kiriye û di kiryarên xwe ya faşîzane de çavsor bûye. Li hember van êrîşan hêzên me YPG û YPJ jî bi çalakiyên bi bandor derbeyên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wan xistiye. Li hember hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker li hemû sînorên Rojavayê Kurdistanê de bersivên herî bi rewa hatiye dayîn. Şerê berxwedana a li hember dagirkeriyê de ku di meha Îlonê de pêş ketine berfirehiya wê wiha ye;

 

1. Hêzên me li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wan re bi giştî 38 çalakî lidarxistine. Di encama çalakiyên sabotaj, suîkast, serdegirtin û kemîn de;

 

- 74 leşkerên Tirk yên dagirker û çeteyên girêdayê wan hatiye kuştin. (ji van 11 kes leşkerên Tirk in û tevî serçeteyek bi giştî 63 jî çete hatine kuştin)

 

- 37 leşkerên Tirk yên dagirker û çeteyên girêdayê wan birîndar bûne. (ji van 6 kes leşkerên Tirk in û 31 jî çete ne.)

 

- Di encama çalakiyên ku hatine lidarxistin de 13 çekê AK-47 kaleşnîkof, 1 çekê MG-3 hatiye bidestxistin.

 

- Di encama çalakiyên me de dîsa 1 baregehek, 6 seyareyê leşkeri û 1 jî tangek bi tîpa T55 hatiye îmhakirin.

 

2. Artêşa Tirk a dagirker di meha Îlonê de jî sînoran binpê kiriye û vaya berdewam kiriye. Liser sînorên Kobanê, Serêkaniyê, Qamişlo û Girêsipî sivîlan kiriye hedef. Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 1 jê zarok 3 sivîl birîndar bûye. Dîsa cîh û warên sivîlan, bax û bexçeyên sîvîlan ziyana maddî dîtine.

 

3. Di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê a di pêşengiya Hêzên Suriya Demokratîk (QSD’ê) de ku 10’ê İlonê bi dirûşma ‘Şerê Tunekirina Terorê’ de hat destpêkirin, hêzên me YPG û YPJ di bin sîwana QSD’ê de cîhên xwe bi awayek çalak di pêngavê de girtiye. Pêngava ku rizgarkirina bajaroka Hecînê ku cîhê dawî di destê çeteyên DAIŞ’ê de maye û rizgarkirina sivîlan kiriye hedef de pêşveçûnek mezin heye. Di vê şerê berxwedanê de ku 20 rojê xwe li paş de hişt gelek xalên stratejîk, gund û bi sedan sivîl hatine rizgarkirin. Ev pêngav bi biryardariyek mezin berdewam dike. Ji ber ku encama şerê 20 rojan ji aliyê Navenda Ragihandina QSD’ê de hatiye parvekirin me di daxuyaniya xwe ya aşkerekirina bîlançoya meha Îlonê de berfireh parve nekiriye.

 

4. Di derbarê têkoşîna ku li hember DAIŞ’ê de hatiye dayîn 2 kesên biyanî ku ji bo DAIŞ’ê gelek girîng in, ji aliyê Yekîneyên Antî Teror (Y.A.T) ve bi saxî hatine girtin. Her wiha li ser gundên Qubbe û Ceddê yê girêdayî navçeya Şêxler ya ku dikeve başurrojavayê Kobanê, di roja 19’ê Îlonê de bi operasyonên hevbeş yên hêzên me YPG, YPJ û yekîneyên Asayîşê, şaneyên razayî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê hatin lidarxistin. Di encama operasyonên serkeftî de bi dehan çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ hatin girtin. Di encama lêgerînan de mîqdarek mezin amûrên teqemenî yên ku ji bo êrîşên bombeyî dihatin amadekirin, 2 çekên B-7 roketavêj û 10 gulleyên wê, 11 çekên AK-47 (kaleşnikof), 2 dûrbînên şevê, 4 dûrbînên roj, 14 telefon, 4 destik, 9 tabanca û mermiyên wê, li gel cûr be cûr amûrên leşkerî û muhîmmat hatin desteserkirin.

 

5. Di meha Îlonê de 8 rêhevalên me di encama qeza û bi nexweşiyên giran de şehîd ketine.

 

Em weke hêzên YPG û YPJ, di serî de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û  li dijî ew kesên ku li hember destkeftiyên me yên şoreşê yên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin di nav êrîşê de ne, wê têkoşîn û çalakiyên me yên bi bandor bidome.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 2 Cotmeh 2018

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020

Li herêma Dêrazorê 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Cotmeh 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020

Pêşengê Şoreşa Rojava tevlî karwana şehîdan bû

Fermandariya Giştî a YPG | 15 Tîrmeh 2020