Di encama çalakiyên tolhildana Şehîd Rojhat û Şehîd Dogan de 19 dagirker hatin kuştin, 12 dagirker jî birîndar bûn
- Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 23 Îlon 2022 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re
Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser heremên me zêdetir kiriye. Êrişên topbaranê her roj berdewam dikin. Dîsa êrişên bi balafirên bêmirov tên lidar xistin. Herî dawî di roja 16’ê Îlonê de li Eyn Îsa artêşa Tirk a dagirker êrişek bi balafirên bêmirov lidar xistibû. Di encama vê êrişê de rêhevalên me, fermandarên hêja Rojhat Karakoçan û Doxan Amanos şehîd ketibûn. Ji bo bersivdayina van êrişan û ji bo tolhildana Şehîd Rojhat û Şehîd Doxan, di rojên 16, 18, 20 û 21’e Îlonê de, li heremên dagirkirî 5 çalakiyên tolhildanê hatin lidar xistin.
Di encama van çalakiyên tolhildanê de bi giştî; 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Dijmin nikaribû were li ser cenazeyên xwe, ji ber vê yekê cenazeyên leşkeran ji aliyên gundiyan ve hatin rakirin. Di van çalakiyan de herwiha seyareyek zirxî ya artêşa Tirk û 1 mewzî hatin ruxandin. 11 çeteyên dagirker hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn. 4 çeka AK-47, 2 jarjorên AK-47, 1 rexta AK-47 1 çeka B-7, 1 dûrbîna şevê, 1 dûrbîna rojê hatin desteser kirin.
Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker, di vê pêvajoyê dawî de ji rojê 18’ê Îlonê heta îro, di derheqê windahiyên me de nûçeyên derew weşandin. Li gorî îddiayên wan di çar rojên dawî de 38 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku windahiyên xwe binixumîne û rastiyê berovajî nîşan bide, bi armanca şerê taybet nûçeyên bi vê awayî belav dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 23 Îlon 2022

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
