Di encama çalakiyên tolhildana Şehîd Rojhat û Şehîd Dogan de 19 dagirker hatin kuştin, 12 dagirker jî birîndar bûn

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 23 Îlon 2022 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser heremên me zêdetir kiriye. Êrişên topbaranê her roj berdewam dikin. Dîsa êrişên bi balafirên bêmirov tên lidar xistin. Herî dawî di roja 16’ê Îlonê de li Eyn Îsa artêşa Tirk a dagirker êrişek bi balafirên bêmirov lidar xistibû. Di encama vê êrişê de rêhevalên me, fermandarên hêja Rojhat Karakoçan û Doxan Amanos şehîd ketibûn. Ji bo bersivdayina van êrişan û ji bo tolhildana Şehîd Rojhat û Şehîd Doxan, di rojên 16, 18, 20 û 21’e Îlonê de, li heremên dagirkirî 5 çalakiyên tolhildanê hatin lidar xistin.

Di encama van çalakiyên tolhildanê de bi giştî; 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Dijmin nikaribû were li ser cenazeyên xwe, ji ber vê yekê cenazeyên leşkeran ji aliyên gundiyan ve hatin rakirin. Di van çalakiyan de herwiha seyareyek zirxî ya artêşa Tirk û 1 mewzî hatin ruxandin.  11 çeteyên dagirker hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn. 4 çeka AK-47, 2 jarjorên AK-47, 1 rexta AK-47 1 çeka B-7, 1 dûrbîna şevê, 1 dûrbîna rojê hatin desteser kirin.

Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker, di vê pêvajoyê dawî de ji rojê 18’ê Îlonê heta îro, di derheqê windahiyên me de nûçeyên derew weşandin. Li gorî îddiayên wan di çar rojên dawî de 38 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku windahiyên xwe binixumîne û rastiyê berovajî nîşan bide, bi armanca şerê taybet nûçeyên bi vê awayî belav dike.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 23 Îlon 2022

 

Em rêhevalê xwe fermandar Koçero Batman bi rêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 06 Îlon 2022

Em rêhevalên xwe Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19 Îlon 2022

Emê ked û fedekariya rêheval Amara ti carî ji bîr nekin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Îlon 2022

Em rêhevalê xwe Merwan Derbandîxan ê li Helebê şehîd bû bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Îlona 2022’yan

Em rêhevalê xwe Çîya Qendîl ê li Helebê şehîd bû bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 21’ê Tebaxa 2022’yan

Em 10 salîya Şoreşa Rojava ji mirovahîyê re pîroz dikin

Fermandarîya Giştî a YPG | 19ê Tîrmehê 2022

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022