Di encama çalakiyên me yên bersivdayinê de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 9 çete hatin kuştin
- Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30’ê Cotmeha 2022 | Malper

Ji çapemenî û raya giştî re
Êrişên artêşa Tirk a dagirker li hember heremên me bi dijwarî berdewam dikin. Di gelek êrişan de gelê me tê hedef girtin, şehîd û birîndarên sivîl çêdibin. Herwiha di van êrişan de gelê me rastî zirarên madî tên. Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de tu quralên şer nas nake. Li hember van êrişên hovane em di çarçoveya parastina rewa de, gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe di bin her şert û mercan de diparêzin.
Di vê çarçoveyê de li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker di rojên 23 û 27’ê Cotmehê de, li heremên dagirkirî çalakiyên bersivdayinê hatin lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 9 çete hatin kuştin. Di van çalakiyan de herwiha seyareyek, çekek A-4 û çekek bombeavêj hatin ruxandin.
Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên me yên bersivdayinê wê berdewam bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30’ê Cotmeha 2022

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022
