Di Oxira Parastina Gelê Xwe De Canê Xwe Feda Kir

  • 6 Gulan 2018 | Şehîd

Ji Çapemenî û Rayagiştî re

 

Şervanên YPJ'ê û YPG'ê yên ku bûne hêviya hebûn û azadiya gelên bindest, destan û efsaneyên dîrokî bi qehremantiya xwe didin nivîsandin. Ji bo ku gelê Kurd bi qirkirin û tunekirinê re rû bi rû  nemîne hêzên me xwe li hember dagirkeriyê dikin mertal. Di êrîşên 20'ê Çileya 2018'an ên dagirkeriya dewleta Tirk û li hemberî wê berxwedaniya ku YPG'ê û YPJ'ê yê ku 58 rojan bi hemû hêza xwe dewam kiriye de, gelê Efrînê yê berxwedêr li gel zarok û şervanên xwe berxwedaniyek bê hempa da meşandin û ji bêdengbûna hêzên navnetewî re bû bersivek.

 

Rêhevalê me Reşîd Zîron ji bo ku gelê me yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji warê xwe koçberî herêma Şehba bibûn û xwe teslîmî koletiyê nekirine, rastî mayînên çeteyan ên ku li herêma Şehba neyên, dema bi karê rakirina mayînan radibû gihîşt asta şehadetê.

 

Rêheval Reşîd bi rihê xwe yê ciwan, berpirsyar û fedekar ku di her kêlî û demî de li kêlek hevalên xwe bû û tekoşîna xwe ya azadiya gelê xwe dida meşandin. Bi rûkenî û moralê xwe di dilê her hevalekê/î de cih digirt. Di karê xwe de bi disiplîn, sebir, baldarî û xuliqkarî ji bo hevalan mînak bû. Bi rihê welatparêziyê yê ku ji malbat, bi fikir û felsefeya ku ji çavkaniya azadiyê girtiye di jiyana xwe ya şoreşger de tekoşîna xwe li hember koledaran dimeşand.

 

Em weke Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel soza şopandina riya rêheval Reşîd û hemû şehîdên şoreşê didin ku wê giyana wan zindî bimîne. Xeyalên wan pêkanîn wê tekoşîna me be û ji malbata  wî û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.

 

Nasnameyê şehîdê me wiha ye:

 

 

Nasnav: Reşîd Zîron

Nav û Paşnav: Ziya Demir

Navê Dayikê: Asiye

Navê Bav: Sebrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Şehba / 4 Gulan 2018

 

 

 

 

 

Fermandariya Giştî ya YPG'ê | 6 Gulan 2018