Di Şerê Bendava Tişrînê De 15 Çete Hatin Kuştin

  • 4 Îlon 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
1. Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Suriyê tên lidarxistin berdewam dike.
 
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk derengiya şeva 2yê Îlonê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Tilseriyê ya ku dikeve rojavayê Kobanê.
Arteşa Tirk şeva 3yê Îlonê jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundhen Koran û Selim ên dikevin rojavayê Kobanê.
 
2. 3yê Îlonê saet 04.00’an de çeteyên DAIŞê li dijî gundên Til Osman û Şemseddînyê ku dikevin rojhilatê başûr a bendava Tişrînê êrîşek berfireh lidarxistin. Piştî bersiv dayina hêzên me li qadê, şerên dijwar rû dan û heta saetên pişt nîvro jî ev şer berdewam kir. Piştî van şeran hêzên me êrîşê dijmin tek birin.
 
Di van şeran de maşînekî teqemenî barkirî û maşînekî doçka barkirî hatin ruxandin. Dîsa qasî hat zelal kirin 15 çeteyên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek nediyar çete jî hatin birîndarkirin. Hêzên me di vê şerî de 2 çeteyên DAIŞê dîl girtin.
 
Piştî şer hêzên me li qadê xebatên legerînê pêk anîn. Di encama van xebatan de hêzên me tevî 10 termê çeteyan 8 kleş, 6 rext, 18 şerjor, 2 BKC û 2 çentê fîşekên wê (tevî zîncîr), 1 roketavêja RPG û 5 gulleyên wê, 1 bêtel û 10 bombeya destan bi dest xistin.
 
Çeteyên DAIŞê heman şevê xwestin li nêzî gundê Qadriyê, di pêşiya hêzên me de mayin bi cih bikin. Hêzên me di cih de destwerdana çeteyan kir û yek ji van çeteyan birîndar kir. Piştî destwerdanê çeteyan neçar man ji qadê birevin.
 
3. 3yê Îlonê saet 12.30’an de çeteyên DAIŞê bi topên hawanan êrîş birin li ser noqtekî sînor a dikeve navbera gundên Malha û Mekmen ên giredayî Şedadê.
 
Navenda Ragihandina YPG
4ê Îlonê 2016