Di çalakiyên ku hatine lidarxistin de 54 leşkerên Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine kuştin
- 3 Tebax 2018 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
Dewleta Tirk a dagirker bi sala 2018’an re, li hember şoreşa Rojava lez daye ji şerê qirkirinê re, vê şerê zivirandiye tevgerek dagirkirinê û bi awayek aşkere feraseta xwe ya faşîzan daniye holê. Bi dagirkirina Efrînê re asta qirkirinê gihandiye asta herî jor û gûherandina demografiya Efrînê kiriye armanç, biryar daye ku herêmê bê Kurd bihêlin û bivê awayî bigihêjin armancên xwe. Dewleta Tirk bi şerê taybet a bi ragihandina xwe re jî dixwaze herkesî jivê bide bawerkirin.
Li hember feraseta faşîzan û êrîşa dagirkeriyê a dewleta Tirk û çeteyên wê jî şerê yekîneyên me yên berxwedêr a aktîf jî berdewam kiriye, bi çalakiyên bi bandor li hêzên dagirker hatiye xistin. Detayên şer û çalakiyên hatine lidarxistin encamên meha Tîrmehê wiha ye;
1. Di meha Tîrmehê de hêzên me li hember artêşa Tirk û çeteyên girêdayê wan re 22 çalakiyên bi bandor lidarxistine û 2 caran operasyona dijmin him li hewayî him jî li bejahî pêk hatiye. Çalakî û pevçûnên ku di meha Tîrmehê de hatiye jiyîn 54 leşkerên Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê hatine kuştin, 16 leşkerên Tirk û çeteyên wê jî birîndar bûne. Di pevçûnên ku hatine jiyankirin de bi giştî 7 hevalên me bi qehremanî şer kirine û gihiştine şehadetê. Ji derveyê Efrînê ku dibin dagirkeriyê de ye jî êrîşên artêşa Tirk liser xeta sînorê de berdewam kiriye, di encama van êrîşan de jî 2 sivîl birîndar bûye, dîsa bax û baxçeyên gundiyan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye şewitandin.
2. Di şerê bagera Cizîrê de jî a di pêşengiya Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) û bi tevlîbûna aktif a hêzên me YPG-YPJ li hember çeteyên DAİŞ’ê de di meha Tîrmehê berdewam kiriye û pêşveçûnek mezin jî çêbûye. Di encama meha Tîrmehê de operasyon û pevçûnan de a li bejahiya Dêrezor de hevalek me gihiştiye şehadetê. Jiber ku encamên vê şerî ji aliyê Ragihandina QSD’ê ve bi awayek berfireh hatiye aşkerekirin me jî di daxuyaniya xwe de bi awayek berfireh cîh nedaye.
Operasyon: 3
Temas: 1
Hejmara dijmin ku hatine kuştin: 54 (23 leşker, 31 çete)
Serpel: 2
Sitvan: 1
Çawîşê pispor: 1
Leşker: 19
Serçete: 3
Çete: 28
Hêjmarê dijminê birîndar ku hatine tespîtkirin: 16 (4 leşker, 12 çete)
Leşker: 4
Çete: 12
Hejmara çalakiyên ku hatine lidarxistin: 22
Hejmara çalakiyên ku nehatine zelalkirin: 2
Erebeyên leşkerî ku hatine îmhakirin: 1 Panzêr, 1 pîkap
Şervanê me yê ku dîl ketiye dest: 1
Şervanên me ku şehîd ketine: 8
Şervanên me ku birîndar bûye: 1
Sivîlên ku birîndar bûye: 2
3 Tebax 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
