Di Êrîşên Arteşa Tirk Li Ser Girê Sipî 2 Hemwelatî Şehîd Ketin
- 1 Îlon 2016 | Nûçe
Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
1. Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûrî lidardixin berdewam dike.
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk 31ê Tebaxê saet 19.00’an de bi çekên giran êrîş bir li ser hemwelatiyên li nêzî gundê Fiwêlan a giredayî Girê Spî. Di encama êrîş de 2 hemwelatiyên me hatin şehîd kirin. Leşkerên Arteşa Tirk ji bo kes neçe cihê bûyerê demek direj li herêm û çeperên hêzên me ya li nêzî vir gulêbaran kir. Piştî direj kirina gulebaranan hêzên me jî bersiv dan leşkerên Tirk.
Arteşa Tirk heman şevê bi topên cûrbecûr û çekên giran êrîş birin li ser gundê Çeqla yê giredayî navçeya Şiyê ya Efrînê.
2. Şeva 31ê Tebaxê komek çeteyên ku tevî Arteşa Tirk Cerablûs dagirkirin hewldan ji milê Cerablûsa Jêrîn çemê Firatê derbas bikin û êrîş bikin li ser çeperên hêzên me yên rojavayê başûr a Kobanê. Piştî destwerdana hêzên me çeteyan neçar man ji qadê birevin.
Navenda Ragihandina YPG
1ê Îlonê 2016

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
