Di Êrîşên Arteşa Tirk De Ciwanek Hat Qetilkirin
- 2 Îlon 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
1. Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûrî tên lidarxistin berdewam dike.
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk 1ê Îlonê saet 19.00’an bi çekên giran êrîş birin li ser hêrêma dikeve navbera gundên Eyndiwêr û Mezrê ya giredayî Dêrîkê.
Arteşa Tirk îro danê siharê bi topên hawan û çekên giran êrîş birin li ser gundê Hemam a giredayî navçeya Cindirêsê û gundê Qertitêla ya giredayî navçeya Şiyê ya Efrînê.
Piştî hewldana dagirkirina li Kobanê, gelê me yên nerazîbûn nîşan didan li ser sînor xwe pêşandan lidarxistibûn. Arteşa Tirk îro yekser gelê me yên vir kirin hedef û di encama êrîşê Arteşa Tirk de ciwanek hat qetilkirin û ser 50 kes jî hatin birîndarkirin.
2. 2ê Îlonê saet 06.00’an de di navbera gundê Malha û Mekmen ên giredayî Şedadê, mayinek ji aliyê çeteyên DAIŞê de hatibû bi cih kirin di nav hemwelatiyên sivîl de hat teqandin. Di encama vê teqînê de 8 hemwelatiyên me birîndar bûn. Hêzên me kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Hasekê.
Navenda Ragihandina YPG
2ê Îlonê 2016

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
