Di Êrîşên Artêşa Tirk Li Eyndîwer Şervanekî YPG Şehîd Bû
- 7 Îlon 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
1. Êrîşên Arteşa Tirk a ku li dijî xaka Federasyona Rojava/Bakurê Sûrî lidardixin berdewam dike.
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk 6ê Îlonê di saetên şevê de bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Koran, Kaniya Kurdan û Çariqlî yên dikeve rojhilatê Kobanê û gundê Korelî ya dikeve rojavayê Kobanê.
Heman şevê saet 22.00’an de jî Arteşa Tirk bi çekên giran êrîş bir li ser maşînekî yekîneyên me ya nêzî gundê Eyndiwer a giredayî Dêrîkê. Di encama vê êrîşê de 2 hevalên me birîndar bûn. Yek ji van hevalên me yê birîndar rixmê hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û gihişt şehadete.
2. Şeva 6ê Îlonê çeteyên DAIŞê xwestin êrîşî gundê Til Osman a dikeve rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê bikin. Piştî destwerdana hêzên me komê çeteyan neçar man ji qadê birevin.
3. Şeva 6ê Îlonê 2 kesên bi guman ku ji ser pira Cerablûsê dixwastin tekevin qadên me ji aliyê hêzên me ve hatin girtin. Lêpirsîna van kesan hîn jî didomin.
Navenda Ragihandina YPG
7 Îlon 2016

Em 8 rêhevalên xwe yên di dîrokên cuda de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Hêzên me êrîş bi ser tu baregehên Pêşmerge de nebirine û em rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin.
Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel | 17ê Kanûnê 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020
