Dewreya şervanên YPG’ê yê pêkhateyên Ereb bi dawî bû

  • 8 Sibat 2018 | Nûçe

Li Akademiya Şehîd Xebat şervanên pêkhateyên Ereb perwerdeya xwe leşkerî û siyasî bi dawî kirin.

 

Dewreya bi navê Şehîd Salih Hermûş a 2 mehan hat dîtin îro bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şervanan sonda şoreşgerî ku rêka şehîdan bernedin, dan.

 

 

Paşê Fermandarê YPG’ê Mustafa Cizîrê axivî û rûdanên nû yên qada siyasî û leşkerî şîrove kirin û bal kişand ser girîngiya berxwedana serdemê ya Efrînê. Cizîrê axaftina xwe de got “Em berxwedaniya gelê Efrînê û şervanên YPG û YPJ’ê pîroz dikin. Em ji bo Efrînê herdem amade ne û berxwedana serdemê ya Efrînê wê biser bikeve.”

 

 

Fermandarê YPG’ê Cizîrê di dawiya axaftina xwe de bidawîkirina dewreya perwerdeyê şervanan pîroz kir.

Dewre lidarxistina şahiyekê bi dawî bû.

 

 

Navenda Ragihandina YPG | 8 Sibat 2018